ENQERE - Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de biryar hat dayîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang li hikûmet û hemû pêkhateyên din bê kirin.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê îro bi mijarên di rojevê de civiya.
Civîna Desteya Rêveber a Navendî bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan hat lidarxistin. Di civînê de yek ji mijarên sereke rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Her wiha silavdayîn û daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî bi berfirehî hatin nîqaşkirin û nirxandin.
Her wiha “mafê hêviyê” û peyama Abdullah Ocalan jî hat nîqaşkirin.
DÊ BANG LI DESTHILATDARIYÊ BÊ KIRIN
Di civîna MYK'ê de tayînkirina qeyûm û geşedanên heyî jî hatin nîqaşkirin, biryar hat dayîn ku têkildarî van nîqaşan daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn. Rayedarekî DEM Partiyê naveroka daxuyaniya nivîskî wiha nirxand: “Dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, rakirina tecrîda li ser Ocalan û tayînkirina qeyûman li destilatdariyê û hemû pêkhateyan bangawaziyek bê kirin.”
Heman çavkaniyê partiyê da zanîn ku îro yan jî sibê wê ev daxuyanî bi raya giştî re bê parvekirin.
MA / Mehmet Aslan