Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin

  • rojane
  • 12:56 24 Mijdar 2024
  • |

DÊRSIM - Jinên li Dêrsimê li dijî xespkirina îradeyê meşiyan diyar kirin ku dê jin jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin û wiha gotin: “Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin.” 

Platforma Jinan a Dêrsimê li dijî tayînkirina qeyûman, bi dirûşma “Bajarê me, nasnameya me, îradeya me ên me ne. Dê qeyûm bi têkoşîna me biçin” meşê li dar xistin. Jin, ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Di meşê de dovîzên “Berxwedan dê bidome, silav ji azadiyê re”, “Jin, jiyan, azadî”, “Her tişt ji bo azadiyê” û “Gulistan Doku li ku ye?” hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”,  “Em natirsin û serî natewînin”, “Qeyûm bicehime, şaredarî yên me ne” û “Serok Bîrsen rûmeta me ye” berz kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal jî tev li meşê bûn. 
 
’ZÎHNIYETA 38’AN Û YA QEYÛM HEMAN ZÎHNIYET E’
 
Jin, ji ewil li pêşiya şaredariya bi bariyeran hatiye dorpêçkirî sekinînin û daxuyanî dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û wiha got: “Hewl didin bi xespkirina îradeya gel bi ser kevin. Ji dîrokê ve xelkê Dêrsimê gelek Muaviye, Yezîd û Fîrewn dîtin. Xelkê Dêrsimê seknekî Huseynî raber kir û nasname û eslê xwe parast. Bedela vê jî pir giran da. Di 38’an de 70 hezar kesên bêcang binax kir. Muqtedîrên vî welatî naxwazin dev ji zilmê berdin. Zîhniyeta 38 pêk anî û ya li çar aliyên Kurdistanê qeyûman tayîn dike heman zîhniyet e. Îktîdareke bi hiqûqa dijminatiyê nêzî kurdan, elewiyan û jinan dibe heye. Me li dijî wan tu caran paşvegav neavêt. Bû cara sêyemîn îradeya gelê me xesp dikin. Gelê me jî her carê îradeya xwe nîşan da.” 
 
‘EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser nobeta li dijî xespkirina îradeyê hatiye destpêkirin û got ku ji 7 salî heta 70’ê salî gelê Dêrsimê li ser pêyan e. Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha domand: “Em ê ji vir û şûnde jî li ser pêya bin. Qeyûm efendî şaredarî bi bloqên betonê dorpêç kiriye. Çima? Ji ber ku ew jî dizane rewa nîne û gel dizekan naxwaze. Ev çiya, Munzur pîroziyên me ne. Di her bihosta vê xakê de hestiyên mirovên me hene. Her dêrsimî dê li dijî vê zîhniyeta Yezîd sekna xwe raber bike û rê nede wan. Em ê li dijî derbeyê, qeyûman li ber xwe bidin. Dê gelê me, Dêrsim û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser kevin. Em ê welatekî wekhev, azad, demokratîk û di nava aştiyê de ava bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê, jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. 
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
 
Li Qada Seyîd Riza ji ewil siyasetmedar Sebahat Tuncel axivî û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de em ê îro li ser tundiya ser jinê, rêyên çareseriyê, girîngiya pergala hevserokatiyê û hwd. biaxiviyan. Em nikarin biaxivin ji ber ku îradeya me ya siyasî hate xespkirin. Bi sepana qeyûm re îradeya gel xesp dikin. Jin jî li dijî vê îtîraz dikin. Xespkirina îradeya gel, sûcê herî mezin e. Ev ne tenê meseleya Dêrsim û Mêrdînê ye. Em ê xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Dêrsim, dîroka êş û berxwedanê ye. Dîroka dijderketina li hemberî zilmê ye. Sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd, polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê ne. Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Dêrsim, bajarê elewiyan, kurdan û sosyalîstan e. Weke jin em dibêjin êdî bes e. Em ê serî li ber tundiyên siyasî û aborî nedanin. Em ê bi hev re jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin.” 
 
‘BILA HÊRSA ME TIRSA DILÊ WAN BE’
 
Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî diyar kir ku ew ji bo jiyana xwe, ji bo pêşeroja welêt, li dijî tundiya qeyûma a îktîdara AKP’ê her roj li ber xwe didin. Sevda Karaca anî ziman ku “jin, jiyan, azadî” hêrsa wan e û bila ev hêrsa wan her tim tirsa dilê qeyûm be. 
 
Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz jî ew ê berxwedana xwe mezin bikin. 
 
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî berxwedana gelê Dêrsimê silav kir û got: “Dê heqîqet li dijî tarîtiyê bi ser keve. Hûn dê li hemberî Dêrsimê têk biçin. Ya ku hûn dikin, eyb e, şerm e, zilm e. Ma we karî serî bidin tewandin? We nekarî û dê nekarin. Hûn ê di bin wan dîwarên hûn xwe li pişt vedişêrin bên binaxkirin. Dê jin gotina herî dawî ya sedsala 21’emîn bikin, em ê bi ser kevin. Dê kesên li ber xwe didin bi ser kevin.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

20/05/2025
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî