Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin

  • rojane
  • 15:21 24 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Dêrsim û Pulurê li gelek bajaran hatin protestokirin. 

Tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Dêrsimê û Şaredariya Pulurê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hate protestokirin. 
 
DÊRSIM 
 
Nobeta li dijî tayînkirina qeyûm li Qada Seyîd Riza hatiye destpêkirin dom kir. Endam û rêveberên SOL Partiyê ji bo piştevaniya bi gelê Dêrsimê re hatin serdana nobetê. Berdevkê SOL Partiyê Hakki Tombul got ku ew careke din bi xiyaneta qeyûm re rû bi rû ne. 
 
Tombul, diyar kir ku her carê gel bersiva pêwîst dide tayînkirina qeyûman û got: “Tayînkirina qeyûman nîşan dide ku îktîdar riziyaye û nikare welêt birêve bibe. Qeyûm, polîtîkaya tundiyê ye. Pergala îktîdara AKP-MHP’ê afirandî di her qadên jiyanê de tundiyê diafirîne. Em ê bi hev re têbikoşin û wan bişînin sergoya dîrokê.” 
 
'HETA QEYÛM DIÇIN EM Ê LI BER XWE BIDIN’ 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şadal jî wiha got: “Dêrsim, warê berxwedanê, serhildanê û kesên serî natewînin e. Qeyûm, rewşa şênber a polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan e. Dijminên gel in. Dê gelê Dêrsimê îradeya xwe teslîmî qeyûmên îktîdarê neke. Heta ku em we û qeyûmên we dişînin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Neslîhan Şadalê bertek nîşanî qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan azadî” jî da û ev tişt anî ziman: “Em ê vê dirûşmê di her qadên jiyanê de zindî bikin.” Neslîhan Şadal, axaftina xwe bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî kir. 
 
Piştî axaftinan welatiyan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Herî dawî jî ber bi avahiya DEM Partiyê ya Dêrsimê ve meş hat lidarxistin û nobet bi dawî bû. 
 
KONYA
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Konyayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê Bajar Mulla Şîmşek di daxuyaniyê de qeyûm weke “encama zîhniyeta derbekar a li dijî vîna gel” pênase kir û wiha got: “Polîtîkaya qeyûm, êrişeke eşkere ya li dijî dîrok, çand û nirxên gelê kurd e. Mudaxileya li dijî cihekî mîna Dêrsimê ku warê berxwedan û sembola rûmetê ye, hewldaneke vala yê teslîmgirtinê ye. Lê dîrok şahide ku dê Dêrsim serî netewîne û teslîmî zilmê nebe.” 
 
QERS
 
Rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê yên Qersê û TJA’yê jî daxuyanî dan. Hevşaredar, endamên meclisa giştî ya bajar, endamên şaredaiyan û gelek kes tev li daxuyaniya li avahiya DEM Partiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbe ye, dest nede îradeya min” hate daliqandin. Rêveberê DEM Partiyê yê bajar Serdar Aydin daxuyanî xwend û got ku bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê re gelê kurd û îradeya hevpar a gelan hedef hatiye girtin. 
 
Aydin, da zanîn ku dê bi awayekî xurt xwedî li berxwedana gelê Dêrsimê ya li dijî rejîma qeyûm derkevin. Aydin, wiha pê de çû: “Dê gelê Dêrsimê bi xwe Dêrsimê birêve bibe û faşîzm dê winda bike.”  
 
Daxuyanî bi dirûşma “Na ji qeyûm re” bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyên Agiriyê û TJA’yê jî li pêşiya avahiya DBP’ê ya Bajar daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Şarederî yên me ne, em nahêlin hûn desteser bikin" hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Agiriyê Hîkmez Adiguzel daxuyanî xwend û got ku polîtîkayên qeyûm û îdiaya aştiya civakî hev nagirin. Adiguzel, tayînkirina qeyûm weke xespkirina vîna gel nirxand û got: “Ne Dêrsim ne jî bajarên din divê bi qeyûm neyên birêvebirin. Dê qeyûm biçin, îradeya gel dê mayinde be. Em bang li hemû hêzên demokasiyê dikin ku li dijî derbeya qeyûm û xespkirina îradeyê mil bidin milên hev. Em ê vê zilmê bi tu awayî qebûl nekin. Dê îradeya gel teqez bi ser keve.” 
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû. 

Sernavên din

20/05/2025
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî