NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de li gundên Radar û Şealê pevçûnên dijwar diqewimin.
Di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de li gundên Kantona Şehbayê pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; şer û pevçûnên li ser xeta gundên Herbil, Zîwan, Radar û Şealê berdewam dikin.
Têkildarî encamên şer û pevçûnên di navbera HRE û komên paramîlîter de heta niha jî tu agahî nehatine parvekirin.