Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin

  • jin
  • 16:58 4 Kanûn 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Danişîna duyemîn a doza Ayşegul A. ku li Colemêrgê bi fihûş û tiryakê bûbû rojev, hat lidarxistin û bi hinceta xisûsên kêm hate taloqkirin. 

Kesa bi navê Ayşegul A. tundî li zaroka bi navê P.K. kiribû û derheqê wê de bi sedemên “Sivik birîndarkirin” û “Dîmen û dengên têkildarî jiyana taybe teşhîr kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Colemêrgê (dadgeha zarokan) hate lidarxistin. 
 
Ayşegul A. ku bi sîfetê “Zaroka neçarî sûc hatiye kirin” tê darizandin, di danişînê de amade bû. Mexdûr P.K. jî li bajarê lê dijiya bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. 
 
PARÊZER JI DANIŞÎNÊ HATIN DERXISTIN
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Navenda Mafên Jin û Zarokan a Baroya Colemêrgê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê û gelek kes jî li edliyeyê bûn. Şandeya dadgehê bi hinceta ku Ayşegul A. zarok e, nehişt tu kes danişînê bişopîne. Parêzerên aliyan û xizmên wan di danişînê de amade bûn. 
 
Şandeya Dadgehê daxwaza mudaxilbûnê ya Navenda Mafên Jin û Zarokan a Baroya Colemêrgê red kir. Dadgehê, belgeya rayeyê ya parêzer Gulistan Karaduman û Azad Ozer qebûl nekir û biryar da ku ji eywanê bên derxistin. 
 
AYŞEGUL A. MEXDÛR HEDEF NÎŞAN DA
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Ayşegul A., îdia kir ku sûcê wê nîne û dayika P.K.’ê ya bi navê N.K. hedef nîşan da. Li gel ku dîmen ji hêla wê bi xwe ve li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin jî Ayşegul A.’yê hem N.K. hem jî rojnamegerên nûçe amade kirin bi gotina “endamên rêxistinê ne” hedef nîşan da. Ayşegul A.’yê îdia kir ku weke hedef hatiye nîşandan û got ku ew dayika P.K.’yê gilî dike. 
 
‘EZ Ê LI PEY DOZA ME BIM’
 
Piştre jî dayika P.K’yê N.K. axivî û wiha got: “Ez endama rêxistinê nînim û tu eleqeya min bi rêxistinekê re nîne. Vîdeo, ji hêla Ayşegulê bi xwe ve hatin parvekirin. Ya ku ev dîmen belavkirî ew bi xwe bû. Li ser vê yekê rojnamegeran xwe gihandin min û min jî rastî pê re parve kirin. Serê min bilind e û qet poşman nînim. Ez ê heta dawiyê li pey doza keça xwe bim.” 
 
Şandeya dadgehê piştî parastinan, ji bo temamkirina xisûsên kêm doz taloqî 12’ê adara 2025’an kir. 
 
NEWROZ UYSAL: ÇIMA BÊDENG DIMÎNIN?
 
Piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin. Parlamenter Newroz Uysal Aslan wiha got: “Ev danişîn baş nîşan dide bê ka bi polîtîkayên şerê taybet ciwan xistine çi halî. Ji roja ewil ve ye em di çarçoveya pirsa ‘li Colemêrgê çi diqewime?’ xebatan dikin. Ev polîtîkaye ciwan û jinan ber bi ku de dibin? Guhên xwe ji tiştên li vir diqewimin girtin. Çima bêdeng dimînin? Di vê danişînê de careke din em bûn şahidê durûtiya îktîdarê. Parêzer tev li hemû danişînan dibin lê nehiştin tev li vê bibin. Ev doz ne dozeke jirêzê ye. Gelê kurd dizane ku li vir destekî qirêjî heye. Em banga ronîkirina tiştên diqewimin dikin. Em ê vê dozê bişopînin. Em ê gel û ciwanên xwe li dijî van polîtîkayên şerê taybet biparêzin.” 
 
TÊKILDARÎ AYŞEGUL A.’YÊ DE
 
Ayşegul A., bi belavkirina fihûş û tiryakê ya li Colemêrgê bûbû rojev. Nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver ku nûçeya mijarê çêkiribû weke hedef hate nîşandan û bi îdiaya “Agahiyên xelet parve dike” îfadeyê wê hatibû girtin. 
 
 
 

Sernavên din

22/07/2025
11:07 Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
10:48 Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike
10:32 Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e
09:31 Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir
09:23 Hevserokê DAD'ê Kete: Şewitandin rêvekirina li ber hebûnên nû ye
09:11 Hevdîtinên gel: Divê AKP, MHP û CHP jî ji derdora xwe re vebêjin
09:08 Rojnamevan Bayramoglû: Ger hikûmet zemîna demokratîk veke dê pêvajo bimeşe
09:07 Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne
09:05 Zarok di betlaneya havînê de fêrî Kurdî dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
21/07/2025
18:34 Li Xezeyê 19 kes ji birçîna mirin
18:23 Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin
15:46 Civîna Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir
15:34 Leşker gef li girtiya nexweş xwar: Em wê ji holê rakin
14:32 Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir
14:29 Gelek êş kişand û rasti neheqiyan hat: Em wekheviyê dixwazin
14:24 CHP’ê giliyê dozger Gurlek kir
14:23 TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
14:22 Peymana petrola Tirkiye û Iraqê ya 53 salan ber bi dawî dibe
14:07 Li Bangladeşê balafireke şer ket kampusa zanîngehê
13:59 Li Herêma Federa ya Kurdistanê 82 roj in mûçe nayê dayîn
13:51 Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir