Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive

  • rojane
  • 13:26 17 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bang li Meclisê û partiyên siyasî kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyartiyê li xwe bigirin û xweste Meclis bi vê rojêvê bicive.

Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de duh ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” da destpêkirin. Meşvanên ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî di nav de ne, îro li Rihayê bûn. Meşvan, ji ewil derbasî navçeya Sêweregê bûn. Li vir ji hêla girseyeke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin û piştre derbasî navçeya Curnê Reş bûn. Piştre jî derbasî navenda Rihayê bûn û li Parka Alî Şellî hatin gel hev. 
 
Gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de lolîpopên “Ji çareseriyê re erê, ji tesfiyeyê re na”, “Berxwedan jiyan e”, “Em di çareseriyê de biisrar in, dê bi ser kevin”, “Em ji hêza teorîk û pratîk bibawer in”, “Jin, jiyan, azadî”, “Berxwedan dê bidome, silav ji azadiyê re”, “Em rê nadin talanê” û “Tecrîd didome” hatin hilgirtin. Girseya li pêş pankarta “Meşa çareseriya demokratîk” hate gel hev, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî bexwedana gelê me” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Polîsan destûra meşê nedan lewma daxuyanî di hundirê parqê de hate dayin. 
 
‘HÛN DÊ NEKARIN ENCAMÊ BI DEST BIXIN’
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî û got ku ji bo çareseriya demokratîk dimeşin lê her tim astengî tên derxistin. Bayindir, wiha domand: “Hûn nikarin îrade û meşa me asteng bikin. We heta niha nekarî bi astengkirinan encamekê bi dest bixin. Li Sûriye, Rojava piştî reva Esad li Rojhilata Navîn şerê cîhanê dest pê kir. Ev şer roj bi roj nêzî vir dibe. Navenda vî şerî xaka me ye. Dixwazin îradeya gelê Kurd bi destê çeteyan bişikînn. Dê gelê me siyaseta we qebûl neke. Rojava, nifteya aştî û yekitiyê ya Sûriyeyê ye. Statûyeke gelên Rojava heye. Hûn dixwazin vê statûyê têk bibin û ev dijminatî ye. Ev 13 sal in Rêveberiya Xweser peyamên pêkvejiyanê dide, daxwaza aştiyê dikin. Lê Tirkiye bi destê DAIŞ’ê şer dide destpêkirin. Amadekariyên şerê li dijî Rojava dike. Ne ji bo şer û dagirkeriyê, ji bo naskirina statûya Kurdan amadekariyan bikin.” 
 
BANGA CIVÎNA AWARTE LI MECLISÊ KIR 
 
Bayindir, diyar kir kul îktîdar peyamên şer dide û ev tişt anî ziman: “Tevahiya cîhanê statûya Rojava nas dike lê îktîdar şer derdixe pêş û vê statûyê nas nake. Kurd yek in û dê ji bo statûya xwe têbikoşin. Em ê li dijî van polîtîkayên we yên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Dê gelê Kurd statûya xwe bi dest bixe û ev mafê me ye. Dê zîhniyeta we bi ser nekeve, hûn ê têk biçin. Em, rêya çareseriyê pêşkeşî we dikin. Rêyeke çareseriyê heye, ew rê jî birêz Ocalan e. Bi siyaset, zîhniyet û pêşdîtinên xwe tekane kesê dikare rê li ber şer bigire, birêz Ocalan e. Ev meş, meşa çareserî û aştiyê ye. Pêşiya vê negirin. Banga me ji bo hemû partî û parlamenterên li Meclisê ev e; bila Meclis bi tevahiya hêza xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayeke awarte bicive. Ji bo amadekirina çarçoveya qanûnî û destûra bingehîn a meseleya Kurd, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.” 
 
‘NE JI BO TEZKEREYÊ LÊ JI BO ÇARESERIYÊ BIRYARAN BIDIN’ 
 
Bayindir, bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî kir û wiha got: “Gelên mazlum êdî çareseriyê dixwazin. Daxwaza wan âştiyeke birûmet û mayinde ye. Dixwazin li ser vê xakê azad bijîn. Dê dîrok van rojan binivîse. Divê her ferdek ji bo aştiyê îradeya xwe nîşan bide. Divê înkara sedsal in didome bi dawî bibe û her kes ji bo vê têbikoşe. Hewceye Meclis êdî ne ji bo tezkereyên şer lê ji bo naskirina îradeya gelê Kurd biryaran bide. Li ku derê dijî bila bijî, banga me ya ji bo her Kurdekî ev e; em di rojên dîrokî de ne û divê em destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Roj, roja yekitiyê ye.” 
 
‘EM NIFTEYA ÇARESERIYÊ PÊŞKEŞ DIKIN’
 
Aktîvîsta TJA’yê Çagler Demîrel jî di daxuyaniyê de wiha got: “Ro ya Rihayê îro Rojava û her derê germ dike. Em şer û geşedanên li Sûriyeyê dibînin. Em jin, navnîşana çareseriyê pêşkeş dikin. Em ê destûrê nedin êrişên ser şoreşa jinê. Li ku derê dibe bila bibe ev têkoşîn dê bidome. Statûya Rojava û şoreşa jinê ya li Rojava ji bo hemû cîhanê mînak e. Hûn çima êriş dibin ser cihê ku gel, jin û hemû bawerî xwe lê azad dibînin? Em ê têkoşîna jinan bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ mezin bikin. Çavê hemû gelên cîhanê li Rojava ye û gelên li wir jiyaneke mînak ava kirin. Meşa me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêyê pêşkeş dike. Hûn nikarin bi polîtîkayên şer tiştekî bi dest bixin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd birêz Ocalan e. Her kes jî dizane bê muxatab kî ye. Navnîşana çareseriyê, birêz Ocalan e û divê gava ji bo azadiya wî ya fîzîkî were avêtin. Deriyên Îmraliyê vekin û bila birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Em li Rojava aştiyê pêk bînin û li seranserî Rojhilata Navîn belav bikin. Weke jin em vê pêk bînin.” 
 
Piştî daxuyaniyê, meşvan ji bo hevdîtina bi gel re derbasî Baroya Rihayê bûn. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/08/2025
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin