NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê ji ber barîna berfê û cemedgirtina erd, otobûseke rêwiyan ji kontrolê derket û wergeriya. Di qezayê de welatiyê bi navê Zekî Tuncel (26) û hevjîna wî Emîne Tuncel (20) jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku Osman Zekî Tuncel bijîşk bû û nû hatiye tayînkirin.
Li gorî agahiyan; qeza saet derdora 00.30’ê li devera gundê Kumbetê ya navçeya Kanîreşê çêbû. Otobûsa rêwiyan a ji navçeya Çayelî ya Rîzeyê diçû Mêrsînê, ji ber barîna berfê û cemedgirtina erdê wergeriya. Li ser îxbarê, komên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Birîndar, piştî mudaxileya ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.