ENQERE - Di sala 2024'an de biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, di doza Kobanê de ceza li siyasetmedar û rojnamegeran hat birîn, ji bo qeyûman tayîn bikin daraz bi kar anîn. Kesên ku kuştinên kiryar nediyar, tacîz û tecawizê hatibûn sûcdarkirin, bi rêya daraz û bêcezakirinê hatin parastin.
Di sala 2024'an de jî weke salên berê nîqaşên li ser bêalîbûna darazê û destwerdana darazê ya li Tirkiyeyê di rojevê de bû. Siyasetmedar, rojnameger, parêzvanên xwezayê, ciwan, jin dibin hedefa darazê ku bi salan e desthilatdarî wek amûrekê bi kar tîne. Li aliyê din kesên ku sûcê li dijî jin û zarokan kirine, ango leşker, polîs û cerdevanên ku li ser navê dewletê “sûc” kirine, bi zirxên darazê û bêcezakirinê hatine parastin. Ji ber bêhiqûqiyê demokrasiyê zirareke mezin dît û Tirkiye veguherî welatê qedexe, gendeliyê.
NEWEKHEVIYÊN CIVAKÎ
Li welêt ji ber newekheviya civakî kesên xizan bi bêedaletiyê re rû bi rû man. Welatiyên ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin jî ji ber lêçûnên hiqûqî nekaribûn serî li dozgeriyê bidin.
Biryarên DMME’yê pêk nehatin
Sala 2024’an bû sala ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nehatin bicihanîn. Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ku çavdêriya biryarên AÎHMê dikin, der barê Tirkiyeyê gelek rapor weşandin. Di raporan de hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê azadiya raman û çapemeniyê kêmtir bûye û ji sedî 90’ê çapemeniyê di bin kontrola dewletê de ye û ev yek jî rê li ber nîqaşên demokratîk digire.
Konseya Ewropayê xwest hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala yên ku li dijî biryarên DMME'yê di girtîgehê de man, bên berdan.
PERGALA ÎMRALIYÊ BÛ ÇAVKANIYA BINPÊKIRINAN
Di 18'ê adara 2014'an de DMME'yê der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de di bin tecrîdê de tê girtin, cezayê giran ê muebetê yê bê şert û merc û ji ber mafê hêviyê biryara binpêkirinê da. Tevî ku 10 sal di ser biryarê re derbas bûye, îsal jî Tirkiyeyê tu gav neavêt.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17-19’ê cotmehê bi rojeva ‘mafê hêviyê’ civîn lidarxist û heta 25’ê îlona 2025’an dem ta Tirkiyeyê. Komîteyê xwest Tirkiye heta wê demê sererastkirinên qanûnî bike.
Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata xwe re di sala 2024’an de jî hat astengkirin. Abdullah Ocalan tenê di 23’ê cotmeha 2024’an de karîbû hevdîtina malbatê pêk bîne. Rewşa Abdullah Ocalan bûye yek ji nîşaneyên herî girîng ên kêmasiyên dadwerî û mafên mirovan yên Tirkiyeyê.
TIRKIYE BÊHTIR TENGAV BÛ
Di gelek raporan de hat diyarkirin ku di sala 2024’an de bêalîbûna darazê zirar dîtiye. Tirkiye di Endeksa Serdestiya Hiqûqê ya WJP de di nav 142 welatan de di rêza 117’an de cih girt û Swêd û Norwêc di rêza yekem de cih girtin. Di kategoriyên mafên bingehîn û sînordarkirina hêzên hikûmetê de herî kêm puan wergirt. Tirkiye ji aliyê DMME’yê 48 caran hat mehkûmkirin, welatên weke Norwêc û Swêd hîç mehkûm nebûne. Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê ya RSF’ê de di rêza 165’an de cih digire.
QEYÛM Û DARAZ
Di nav salê de Tirkiyeyê ji bo dozên siyasetmedaran bi lezgînî biryar da. Dozgeran nemaze jî ji bo dozên der barê hevşaredarên di hilbijartinên 31’ê adarê de hatibûn hilbijartin biryarên lezgîn da. Dozên ku bi salane bêencam mabûn di demeke kurt de biryar hatin dayîn. Bi hinceta der barê hevşaredan de doz hatine vekirin hevşaredar ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin.
Di sala 2024’an de ewilî di 3’ê hezîranê de qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê kirin. Piştre jî tayînî şaredariyên Esenyurt (31’ê cotmehê), Mêrdîn, Êlih û Xelfetî-Riha (4’ê mijdarê), Dêrsim û Pilûr (22’ê mijdarê), Miks-Wan (29’ê mijdarê).
Doza ku 10 sal in der barê hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de didome, lê weke hincet qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin, di rûniştina 5'ê hezîranê de bi lez û bez biryar hat dayîn û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Akiş hat birîn. Piştre, ji ber dozek cuda 9 sal cezayê girtîgehê li Akiş hat birîn.
Her wiha di 20’ê mijdarê de ji bo hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û xaredarê Pulurê Mustafa Sarigul ji bo her yekî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Ji ber ku Sarigul 10 sal berê beşdarî merasîma cenaze bû ceza hat birîn û tavilê qeyûm hat tayînkirin.
Ji sala 2016’an heta sala 2025’an qeyûm tayînî 155 şaredariyan kirin.
MUDAXALEYÎ DARAZÊ KIRIN
Mudaxeleya hemberî Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) de îsal jî dewam kir. Di sala 2024 de, herî kêm 43 dadger ji ber biryarên xweşa hikûmetê neçûne girtine ji kar hatin avêtin. Di heman demê de hilbijartina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn jî di bin bandora desthilatdariyê de pêk tê. Hilbijartina du endamên di sala 2024'an de ji nav şêwirmendên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan hatin tayînkirin, bû cihê rexneyan.
ÎŞKENCE Û PÊKANÎNÊN XIRAB
Îşkence û pêkanînên xerab berdewam kir. Di 11 mehên 2024’an de 692 kesan bi giliyên îşkence û pêkanînên xerab serî li TÎHV’ê dane. Di raporê de agahî hat dayîn ku 81 jê zarok herî kêm 2 hezar û 805 kes ji ber destwerdana efserên leşkerî-polîs di xwepêşandanan û çalakiyên ku di çarçoveya azadiya civîn û xwepêşandanê de pêk tên di bin îşkence û pêkanînên xerab ên din de hatine binçavkirin. Lê belê li ser van binpêkirinan hejmareke sînordar lêpirsîn hatine vekirin. Lêpirsînên hatin vekirin bêceza man.
GIRTÎGEH
Biryarên ku ji aliyê darazê ve hatin dayîn bandor li girtîgehan jî kir. Di nava salekê de girtîgeh bi îşkence û pêkanînên xerab di rojevê de bûn. Di raporan de hat diyarkirin ku li girtîgehan herî kêm 594 girtî rastî îşkence û pêkanînên xerab hatine. Li gorî daneyên Wezareta Dadê di girtîgehan de 709 girtî û hikumxwar jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji ber binpêkirina mafan bi hezaran serlêdanên hatin kirin. Gelek serlêdanên girtiyan ên li dijî binpêkirinên mafan bêencam man.
LI SER ROJNAMEGERAN ZEXTA DARAZÊ
Binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegeran dewam dikin. Li gorî daneyên Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) di 11 mehên destpêkê de li 63 rojnamegeran lêpirsîn hatiye vekirin û 52 rojnameger jî hatine darizandin. Ji rojnamegeran re bi giştî 138 sal û 11 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Hejmara rojnamegerên ku darizandina wan berdewam dike 833 ye.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Dîren Yurtsever, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim û nûçegihana JINNEWS'ê Oznur Deger ên di 29'ê cotmeha 2022'an de hatibûn girtin û di 16’ê gulana 2023'an de hatibûn berdan berdan rastî cezayê 6 sal û 3 meh hatibûn.
Di çalakiyên ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Di çalakiyan de 31 rojnameger hatin binçavkirin û 7 jê hatin girtin.
Rojnamegerên ku hatin girtin ev in; Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip û Serpîl Unal.
Her wiha hejmara rojnemegerên ku hatine girtin bû 43.
QEDEXEYÊN DERKETINA DERVE
Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê yên li darazê pêkanînên kêfî dewam kirin. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2024’an de li 25 bajaran û navçeyekê 83 xwepêşandan û çalakî hatin qedexekirin. Qedexeya herî dirêj jî 15 roj bû. Di 358 civîn û xwepêşandanan de mudaxele hat kirin, herî kêm 4 hezar û 368 kes bi îşkence û pêkanînên xerab hatin binçavkirin.
Rêxistinên mafên mirovan, komele, weqf, rêxistinên ked û pîşeyî para xwe ji zextên darazê girtin. Herî kêm 76 kes hatin binçavkirin û 22 kes jî hatin girtin. Di 92 dozên ku berê der barê wan de hatibûn vekirin de herî kêm 404 kes hatin darizandin. Ji van 84 kesan cezayê girtîgehê yên serdemên cuda hatin birîn.
QETILKIRINA JINAN
Mêrên ku hêz ji polîtîkayên bêcezakirinê girtin tevahiya salê jin qetil kirin. Li gorî rapora JINNEWS'ê ya 11 mehan, 347 jin hatin qetilkirin û 195 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
52 FEZLEKE ŞANDIN MECLISÊ
Ji bo 42 parlementeran (1 AKP, 2 serbixwe, 12 CHP, 1 DBP, 16 DEM Partî, 1 DEVA, 3 ÎYÎP, 3 MHP, 2 Saadet, 1 TÎP) bi giştî 52 fezlekeyên dozê ji meclisê re hatin şandin. Ji kanûna 2023’an heta kanûna 2024’an di operasyonên li dijî DEM Partiyê û pêkhateyên wê de herî kêm 3 hezar û 948 kes hatin binçavkirin û herî kêm 632 kes hatin girtin.
Li gel fezleke, binçavkirin û girtinan êrîşên fizîkî jî didomin. Di sala 2024’an de 7 êrîşên fîzîkî li dijî avahiyên DEM Partiyê hatin kirin. Di 20’ê sibatê de li Esenyurtê, di 24’ê nîsanê de li Êlihê, di 10’ê cotmehê de li Îdirê û di 18’ê mijdarê de li Esenyurtê bi ser avahiyên DEM Partiyê de girtin.
DOZA KOBANÊ
Di rûniştina biryarê ya Doza Kobanê ya di 16'ê gulanê de pêk hat de, gelek siyasetmedar bi hinceta "zirar dane yekîtî û hevparbûna dewletê" cezayên giran li wan hatin birîn. Der barê îdiaya mirina Yasîn Boru ku bi salan e hikûmet qala wê dike, biryara beraetê hat dayîn. Hêj biryara hincet a dosyayê nehatiye nivîsandin.
DOZA JÎTEMÊ BERAET KIR
Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ji doza JÎTEM'ê ya 18 bersûcên ku di nav wan de wezîrê berê Mehmet Agar jî heye, erê kir. Bersûc di navbera salên 1993-96’an de ji ber 19 cînayetên kiryar nediyar dihatin darizandin.
DOZA QETLÎAMA ENQEREYÊ
Di doza êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Civîna Aştiyê ya ku dihat plankirin di 10'ê cotmeha 2015'an de li Qada Îstasyona Trenê ya Enqereyê bê lidarxistin, di 1'ê tîrmehê de biryar hat dayîn. Ji bersûcên girtî Yakûp Şahîn, Hakan Şahîn, Resûl Demîr, Îbrahîm Halîl Alçay, Hacî Alî Durmaz, Erman Ekîcî, Talha Guneş, Huseyîn Tunç, Metîn Akaltin û Erman Ekîcî yên hatin binçavkirin her yekî ji ber sûcê "kuştina mirovan" 101 car cezayê muebbetê yê giran birî. Her wiha 379 caran ji ber sûcê “hewldana kuştinê” 18 sal cezayê girtîgehê birî. Heyeta dadgehê ji bo Erman Ekîncî ji "sûcê mirovahiyê" biryara beraetê da. Di hinceta biryarê de qetilkirina 103 kesan weke "sûcê mirovahiyê" nehate qebûlkirin.
ÇEND BIRYARÊN DARAZÊ YÊN DERKETIN PÊŞ
Çend geşedanên girîng ên salekê di warê darazê de wiha ne:
7 Çile: Dadgeha Bilind cezayê muebbetê yê giran ê ji bo Ridvan Bayram a li Wanê jina bi navê Bêrîvan Bayram qetil kir, erê kir.
16 Çile: Dadgeha Destûra Bingehîn der barê êrîşa ku di dema definkirina dayika siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk de biryara "Mafê rêzgirtina jiyana taybet" nehatiye binpêkirin da.
16 Çile: Li navçeya Hezex a Şirnexê di 3’î îlona 2021’an de zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû dema li bîsîkletê siwar bûbû bi wesayîta polîsan a zirxî hat qetilikirin. Der barê polîsê ku Mîraç Mîroglu qetil kiriye doz hat vekirin û Mîroglu sûcdar hat dîtin û der barê polîs de biryara beraetê hat dayîn.
30 Ocak: Dadgeha Destura Bingehîn der barê parlamenter Can Atalay de 2 caran biryara tahliyeyê da lê ji ber biryara Dadgeha Bilind (Yargitay) parlamenteriya Atalay hat betalkirin.
9 Sibat: Di doza der barê 24 kesên ku di nav wan de rêveber û endamên Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) jî hene de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara beraetê hat dayîn.
14 Sibat: Dadgeha Bilind cezayê hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen a ku ji ber KCD’ê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bi hinceta “Di heyeta KCD’ê de cih girtin û tevlîbûna xebatan tena serê xwe nabe sedema sûc” ceza betal kir.
2 Adar: Pêşnûmeya bi navê "Pakêta Dadweriyê ya 8’emîn" tê zanîn li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin.
7 Adar: Doza ku siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Ertugrul Kurkçu, Aysel Tugluk, Nazmî Gur, Esat Canan, Adil Zozanî, Halîl Aksoy, Husamettîn Zenderlioglu dihatin darizarindin de ji bo Zozanî 7 sal 6 meh, ji bo Aksoy 7 sal 6 meh, ji bo Aysel Tugluk 6 sal, ji bo Nazmî Gur 6 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgehê jibo Esat Canan biryara beraetê da.
28 Adar: Di doza ku 12 endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ji ber gotina "Qirkirina Ermeniyan" dihatin darizandin, ji her kesî re 5 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
4 Nîsan: Lijneya Dadger û Dozgeriyê der barê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de ku biryara îadekirina mafên nehiqûqî yên hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da, lêpirsîn da destpêkirin.
19 Nisan: Di doza êrîşa li dijî 7 endamên malbata Dedeogullari de ku piştî biryara betalkirina dadgeha herêmî ji nû ve hat dîtin de, bi hinceta "çalakî di bin hêrs û êşên giran de pêk hatiye" ji bo bersûcan biryara kêmkirina ceza da.
25 Nîsan: Dadgeha Destûra Bingehîn, der barê serlêdana endamê berê yê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Can Memiş ê di çarçoveya Doza Kobanê de demekê hat binçavkirin, biryara binpêkirinê da.
9 Gulan: Di doza der barê 6 rojnameger û belavkarekî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de ku bi biryarnameyê hat girtin de biryar hat dayîn. 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Alî Çelebî, li rojnameger Reyhan Hacîoglû, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul û Hîcran Ûrûn her yek cuda 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn.
16 Gulan: Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di dema krîza di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Cezayê Giran a bi mehan de bi biryarên Can Atalay re Serokê Daîreya Cezayê ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind Muhsîn Şenturk tayîn kir.
21 Gulan: Dadgeha Destûra Bingehîn a ku der barê 9 serlêdanên takekesî de biryar da ku rayedarên cemaweriyê ji Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê berpirsyar in, bi hinceta “Tam nayê fêmkirin ka derengiya tenduristiyê yan jî polîsên ku li herêmê gaza îsotê avêtine ji mirina kesên jiyana xwe ji dest dane” biryara “nepejirandin” da.
28 Gulan: Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 5 parlamenterên berê yên HDP'ê yên di çarçoveya berxwedana Kobanê ya 6-8'ê Cotmehê de lêpirsîn li wan hatibû vekirin, îdianame amade kir.
25 Hezîran: Parlamentera berê ya HDP’ê Huda Kaya ku ji Doza Kobanê ya Duyemîn hatibû girtin, bi qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.
3 Tîrmeh: Di doza ku nûçegihanên JINNEWS û MA jî di nav de 11 rojnameger hatin darizandin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 8 rojnamegeran hat birîn.
11 Tîrmeh: Li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê nîqaşên li ser 9’emîn Pakêta Darazê ya ji aliyê AKP-MHP'ê ve pêşkêşî meclîsê hat kirin, dest pê kir.
27 Tîrmeh: Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirina cezayê edlî yê ku li Emîne Şenyaşar ji ber heqareta li Parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye biryara îhlalê da.
29 Tîrmeh: Komîteya Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya li ser Tirkiyeyê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku divê Tirkiye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtina bi Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş a li Girtîgeha Îmraliyê re demildest hêsan bike û astengiyan dernexe.
3 Cotmeh: Li şûna Şaban Yilmaz, Alîkarê Wezîrê Dadê Akîn Gurlek wek Serdozgerê Komarê yê Stenbolê hat tayînkirin.
8 Cotmeh: Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana der barê R.G.yê ku di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da de biryara "binpêkirina mafê jiyanê" da.
14 Cotmeh: Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de ye.
18 Cotmeh: Di doza êrîşa li ser malbata Şenyaşar de biryara berdana hemû bersûcan hat dayîn.
21 Cotmeh: Di îdianameya der barê kuştina Narîn Gûran de hat amadekirin, ji bo Salim Gûran, Yuksel Gûran, Enes Gûran û Nevzat Bahtiyar cezayê muebbetê yê giran hat xwestin.
7 Mijdar: Xala 15'an a der barê paşnavê jinê de ku di 9'emîn Pakêta Dadweriyê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat nîqaşkirin de hat paşxistin.
14 Mijdar: 9'emîn Pakêta Darazê ya ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
28 Mijdar: Di doza ku 38 endamên HDK û HDP'ê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin darizandin, ji bo 21 kesan bi îdiaya endamtiyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Ji bo 3 kesan jî bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” salek û 3 meh ceza birî.
28 Mijdar: Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê ku şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya bi dirûşm û pankartên şermezarkirinê hatine dayîn wek ‘îxlal’ pênase kir.
29 Mijdar: Di doza Necmettîn Fendîk ê di 18'ê tîrmeha 2017'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina mala wî de di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da, salek û 8 meh cezayê girtîgehê li polîsê bersûc A.F.K birî û ragihandina biryarê hat paşxistin.
29 Mijdar: Qeyûm li 13 nexweşxaneyên taybet û 3 şîrketan ku di dosyaya "Çeteya Yenîdoganê" de cih digirin û bi hinceta ku bûne sedema qetilkirina pitikan û ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) pere qezenc kirine, hat tayînkirin.
6 Kanûn: Di pêla seyêmîn a doza “Çeteya Yenîdogan” de 14 kes hatin binçavkirin û ji wan 11 kes hatin girtin.
22 Kanûn: Ji ber qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bi dehan kes hatin binçavkirin, 7 jî rojnamer 9 kes hatin girtin.
Sibe: Kurd û Ciwan
MA / Firat Can Arslan