Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye

  • rojane
  • 15:09 27 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bi girtina nobedê tê şermezarkirin. Di nobeta îro de wiha hat gotin: " Muxatabê aştiyê diyar e. Tişta ku îro li Rojhilata Navîn diqewime ji bo hemû gelan firsendeke mezin e."

 
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 15’an de didome. Nobet bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tê meşandin. Nobet li gel baranê didome. 
 
 Çalakvan pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Na ji şer re” li xwe kirin. Beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye” berz kirin.  Nobeta ku 15 roj in didome de daxuyanî hat dayîn. 
 
Dayika Aştiyê Halîme Kaya di daxuyaniyê de axivî û got: “Bila ev şerê qirêj bi dawî bibe. Rojava heta niha neketiye nava axa Tirkiyê, tenê xwe diparêzin. Em ji her kesî re aştiyê dixwazin. Bila şer bi dawî bibe û aştî pêk were. Ma ew ji xwîn û mirin têr nebûne? Em ji vir berxwedana Rojava silav dikin."
 
15 ROJ IN LI BER XWE DIDIN
 
Piştre Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tunç axivî û diyar kir ku divê bi baldarî li dîrokê bê mêzekirin û wiha bi lêv kir: “Divê dost û dijminên Kurdan baş bên dîtin. Di dîrokê de her kesî navek li van axan li xwe kiriye, lê navê wê Kurdistan e. Em careke din li dîrokê binerin, Îskenderê Mekedonî ax dagir kir, lê Kurdan dîsa jî ji bilî jiyana azad tiştekî qebûl nekir. Welatê agir û rojê Kurdistan e. Ji ber vê yekê ya ku îro li Rojava diqewime ji bo mirovahiyê ya herî xerab e. Li Rojava di sedsala 21'ê de jiyana demokratîk tê jiyîn û ji bilî azadî û aştiyê ti jiyanek li wir nîne. Em banga xwe dubare dikin, 15 roj in em li vir in. Divê hikûmet tiştên qewimîne bi baldarî binirxîne û li ber çavan bigire.
 
KURD WÊ BI SER BIKEVIN
 
Muxatabê aştiyê diyar e. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de banga aştiyê li tevahiya Rojhilata Navîn hate kirin. Tişta ku îro li Rojhilata Navîn diqewime ji bo hemû gelan derfeteke mezin e. Ev hikûmet biratiya gelan binpê dike. Tişta ku li Rojava diqewime ji bo pêşeroja vî gelî ne baş e. Kurd di dîrokê de her tim alîgirê biratiyê bûne. Kurd îro dixwazin bi hemû gelên li van xakan re di nava aştiyê de bijîn. Mafên Kurdan mafên mirovahî, aştî û azadiyê ne. Di dîroka kurdan de koletî tune ye û koletî qet nehatiye qebûlkirin. Bedelên mezin hatin dayîn. Muxatabê çareseriyê zelal e. Em ê bi nasname û çanda xwe bijîn. Yên bi ser ketin wê kurd bin."
 

Sernavên din

11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
09/03/2025
17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Bakirhan: Ocalan ji bo nêzikatiya ‘înkarger a dewletê dibêje ‘veguherin’
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje