Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike

AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya li Îmraliyê û peyama ku hat dayîn girîng in û got: "Pêwîst e ûku Abdullah Ocalan bi her kesî re bi awayekî rihet hevdîtinê bike û ji bo vê jî divê azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin."

Piştî 4 sal û nîvan di 23’yê Cotmehê de di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, hevdîtin hat kirin. Abdullah Ocalan di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan ê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ev peyam da: “Eger şert û merc pêk bên, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûnan û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bibim.” Abdullah Ocalan ku di 28’ê Kanûnê de bi endamên Heyeta DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder re hevdîtin pêk anî, careke din hêza xwe ya çareseriyê bi biryardarî nîşan da û di vî warî de ê bangeke dîrokî li hemû derdoran kir.
 
 
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat, hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û peyamên wî nirxandin.
 
‘BI HÊVIYA BIBE ÇARESERÎ'
 
Canpolat çalakiyên di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" bi bîr xistin û diyar kir ku hevdîtina bi Omer Ocalan re di encama têkoşîna wan a di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Canpolat diyar kir ku wan gotiye hevdîtina bi Omer Ocalan re têrê nake û pêwîst e hem bi parêzeran hem jî ji aliyên siyasî û muxalîf ên Tirkiyeyê re hevdîtin bên kirin û wiha got: “Sedema me ev bû; ji bo bidawîbûna pêvajoya pevçûnan û ji bo buhranan gavavêtin bû. Em van geşedanan erênî dibînin. Em hêvî dikin ku ev berdewam bike."
 
BERDEWAMIYA HEVDÎTINAN
 
Canpolat bal kişand ser şer, krîz û trajediya mirovahiyê ya li Rojhilata Navînê û got ku yê di vî şerî û krîzê de winda dikin gel in. Canpolat anî ziman ku înkar û redkirina kurdan li Rojhilata Navînê israra di neçareserkirinê de ye û got ku soza Tirkiyeyê ya "aştiya Rojhilata Navîn" bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd û qebûlnekirina ziman û çandê di li valahiyê maye. Canpolat bal kişand ser israra wan a ji bo rakirina tecrîdê û got ku ew li gel wê yekê ne ku şerê li Rojhilata Navînê sîrayetî Kurdistan û Tirkiyeyê neke û got ku ji bo vê jî divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Canpolat diyar kir ku ji bo ku Tirkiye bandorê li şerê li Rojhilata Navînê neke divê di mijara hevdîtinan de gavan bavêje û got ku divê ev hevdîtin di navbera aliyan de bin.
 
BILA GAV BÊN AVÊTIN
 
Canpolat got: "Hemû sozên ji bo aştiyê bi qîmet in,  lê divê li hewayê nemînin. Pêwîst e qîmetê bidin gotinên birêz Abdullah Ocalan û kji bo li hewayê nemînin gav bên avêtin. Pêwîst e desthilat li hember vê bangê û destê tê dirêjkirin guhnedêriyê neke." 
 
BANGAWAZÎ
 
Canpolat bal kişand ser gotinên Abdullah Ocalan ên ji nû ve xurtkirina biratiya tirk-Kurdan û got ku ku înkarkirina kurdan nehiştiye biratiyeke rast pêk bê. Canpolat got: “Pêwîst e biratiya tirk-kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de bikeve pratîkê. Heya ku ev yek pêk neyê wê kurd mehkûmî redkirinê bin. Ji bo vê jî divê garantiyek hebe. Hêvî û daxwazên kurdan jî hene. Divê zimanê kurdî û nasnameya kurdî bi destûra bingehîn bê garantîkirin. Ji bo vê jî banga birêz Abdullah Ocalan girîng e. Pêwîste ev bang li hewayê nemîne." 
 
Canpolat bibîr xist ku Abdullah Ocalan bang li hemû derdoran kiriye ku bi berpirsiyarî tevbigerin û got ku di vî warî de bar dikeve ser milê hemû gelan û rêxistinên sivîl û partiyên siyasî. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

01/07/2025
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
09:02 Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
09:01 Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir
09:01 ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo pêvajoyê sûdewer be’
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:40 Trump sivikkirina cezayên li ser Îranê rawestand
27/06/2025
16:30 Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
16:28 Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin
15:43 Rapora girtîgehan: Mafên herî bingehîn jî hatine sekinandin
14:24 Li Parlamentoya Ingilistanê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê
13:46 Mamosteyê ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 28 sal ceza lê hatibû birîn winda ye
13:11 Abdullah Ocalan: Şêx Seîd dengê gel bû û li dijî zilmê paşve gav neavêt
12:05 Cemiyeta Rojnamegeran a Şirnexê: Em bi Zeynep Durgutê re ne