Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike

img

ENQERE -  Prof. Mehmet Bekaroglû diyar kir ku hewceye derdorên siyasî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de “teng û li gorî hesabên demkî” tevnegerin û wiha got: “Divê rêya siyaseta serbest bi temamî were vekirin û qanûn bên amadekirin.”  

Nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd didomin. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û têkildarî nêzikatiya Abdullah Ocalan 7 xal hatin parvekirin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştre jî biryar da ku bi partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinan bike. Di vê çarçoveyê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir. 
 
Prof. Mehmet Bekaroglû ku yek ji îmzevanên deklarasyona “Aştî û Demokrasî ji bo me tevan e” ye, têkildarî geşedanên dawî axivî.  
 
‘DIVÊ SERERASKIRINÊN ZAGONÎ BÊN KIRIN’
 
Bekaroglû, anî ziman ku ew rast nabîne ku pêvajoyeke hêj nav lê nehatiye kirin lê dikare pêşî li ber tundî û mirina mirovan bigire bi milahezeyên siyasî were destgirtin û wiha got: “Mijara em qala wê dikin pir hesas e û dikare ji her hesabên teng û demkî bibandor bibe. Lewma divê piralî bên nirxandin û axaftin. Bahçelî pir bi eşkereyî got; ‘Bila Ocalan di koma DEM Partiyê de biaxive, bibêje teror qediyaye û rêxistin hatiye tesfiyekirin. Bila mafê hêviyê bidin Ocalan û ji girtîgehê derkeve.’ Ev îfadeye pir zelal in lê em hinek din zelaltir bikin. Tişta ku Bahçelî dibêje û Erdogan piştgiriyê didê û ji bilî partiya rastgirên tundrew/neteweperest hemû partî li dij derneketin ev e; dê ji vir û şûnde meseleya Kurd ne bi rêbaza tundî/terorê lê bi rêya siyasetê bê nirxandin. Divê egera vê gotinê bi cih bînin û hemû rêyên siyaseta serbest bên vekirin. Ji bo vê jî divê sererastekirinên makezagonî û zagonî bên kirin. Guherînên zagonî ne tenê bi vê bisînor in, ji bo Ocalan û rêveberên rêxistinê dê efû were derxistin. Li gel vê, gelek hûrgiliyên rêbazê hene, her yek ji van pir girîng in.” 
 
GEŞEDANÊN LI CÎHANÊ 
 
Bi domdarî Bekaroglû, diyar kir ku geşedanên li herêm û cîhanê rê li ber pêvajoyeke wiha vekiriye û wiha got: “Li gorî min salên pêş de dê rêgeha navenda siyaset û ewlehiyê ber bi pasîfîkê ve biçe. Îxtîmalekî mezin e dê Elementên Axê yên Kêm (NTE) şûna petrolê bigire. Dê reqabeta di navbera NATO û Çîn, welatên Asya-Pasîfîk û Rûsyayê diyarker be. Anku dê cîhan bibe du qutb. Di rewşekî wiha de DYA ji bo berjewendiyên xwe dixwaze ewlehiya Îsraîlê misoger bike. Bi deh hezaran kes li Xeze û Lubnanê ji bo vê hatin qetilkirin. Lewma Hamas û Hîzbullah tên tunekirin û Îran tê qelskirin. Tiştên li Sûriyeyê ji bo vê pêk hatin. Li gorî min bingeha pêvajoyê van geşedanan ava kir. Li Tirkiyeyê êdî her kes westiya. Her kes dibîne ku heke Tirkiye bi şer tev li van geşedanên li Rojhilata Navîn bibe dê winda bike.” 
 
HELWESTA CHP’Ê 
 
Bi domdarî Bekaroglû, diyar kir ku di xwezaya karên çareseriyê de daxilkirina hemû derdorên siyasî heye û wiha derbirî: “Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Divê ji malbatên van kesan re were gotin ku êdî aştî şert e. Li gorî min dê tu derdorên siyasî nekevin nava hesabên teng û demkî. Lê divê hikûmet û alî vê yekê ji mirovan re bibêjin. CHP’ê jixwe helwesta xwe nîşan da. Dixwaze li Meclisê be û zelal be. Her kes vê dibêje. Ya din dê bi xwe pêş bikeve. Ya ku dikeve ser milê Meclisê ew e ku bi sererastkirinan di makezagon û zaoganan de çêbike û rê veke. Karên din ên teknîkî jî dê burokrasî bike. Tişên ku dê bên kirin diyar in. Ji ewil divê zemîna siyaseta serbest bi temamî bên tesîskirin. Li gorî min bi banga Ocalan dê pêvajo dest pê bike. Heneka van rêyan tune ye. Me dît bê piştî bidawîbûna pêvajoya din bedelekî çiqas girîng hate dayin.” 
 
‘HEMÛ GEŞEDANAN ELEQEYA XWE BI SÛRIYEYÊ RE HEYE’
 
Bekaroglû, anî ziman ku tevahiya tiştên diqewimin eleqeya xwe bi geşedanên li Sûriyeyê re heye û ev nirxandin kir: “Tirsa min ew e ku ev pirsgirêk pêvajoyê jehrî bike. Derdorên hikûmetê dibêjin qey dê vê mijarê pir bi hêsanî çareser bikin. Lê ne wisa ye. Heta niha nêzî nîvmilyon kes mirin. Ji vir û şûnde dikare her tişt bibe. Ez ji dirûşma hikûmetê ya ‘Duh Ayasofya, îro Mizgefta Emewî, sibe Mescîd-î Eqsa’yê ditirsim. Li Sûriyeyê dikare her tişt bibe.” 
 
AŞTIYA NAVXWEYΠ
 
Bekaroglû, axaftina xwe wiha qedand: “Aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê pir girîng e. Ev ji bo me tevan pir girîng e. Ez zêde reşbîn nînim. Li gorî min jî divê ev pirsgirêk êdî bi dawî bibe û mecbûr e bi dawî bibe. Ji bo vê jî her alî ji her demê bêhtir amade ne. Erê rast e xetere jî hene lê geşedanên li herêm û cîhanê dikarin çareseriyê hêsantir bikin. Lewma gotina ‘hesabên teng û demkî’ li gorî min ji bo muxalefetê hatiye gotin. Xelet e. A rast ‘hesabên teng û demkî’ yên îktîdarê dikare vê pirsgirêkê kûrtir bike.” 
 
MA / Firat Can Arslan

Sernavên din

11/01/2025
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin