ENQERE - Cengîz Aktar diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe, rêveberiyên herêmî bên xurtkirin. Aktar, têkildarî Sûriyeyê jî wiha got: “Dê her tişt li gorî daxwaza Enqereyê nebin.”
Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan re hevdîtin kirin û piştre jî têkildarî helwesta Abdullah Ocalan 7 xal hatin eşkerekirin. Piştî hevdîtinê, şandeya DEM Partiyê bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir. Tê payîn ku ev hevdîtin hefteya pêş bidomin.
Cengîz Aktar têkildarî geşedanên dawî û peyamên Abdullah Ocalan axivî.
'DI MIJARA DAXWAZAN DE TU GAV TUNENE’
Aktar, diyar kir ku divê mirov bi hişyarî nêzî geşedanên heyî bibe û got: “Erê rast e hin tişt dibin lê dê encam çawa be? Haya kesekî ji tiştekî tune ye. Tirkiye ne welatekî demokratîk, xwedî rejîmeke faşîst e. Ma pêkan e rejîmeke wiha aştî û çareseriyeke demokratîk pêş bixe? Tiştekî wiha nepêkan e. Dewlet û AKP-MHP vê pêvajoyê tenê li ser esasê çekberdanê digire dest. Dibêje; ‘Dê PKK û YPG çekên xwe deynin.’ Qala hefsa malê ji bo Abdullah Ocalan dikin. Lê ji bo daxwazên siyaseta Kurd tu gav nehatine avêtin. Têkildarî mijarên weke zimanê dayikê, rewşa girtiyên siyasî û hwd. tu pêşketin nînin. Jixwe ji girseya xwe re dibêjin 'ne‘irsin, dê tiştekî wiha nebe.’ Lewma divê mirov hişyar be. Daxwazên siyaseta Kurd pir zelal in. Li rexekî qeyûman tayîn dikin li rexa din qala maseyê dikin. Tiştekî wiha bi nav aqilê min nakeve.”
‘MA DÊ YPG ÇIMA ÇEKAN DEYNE?’
Aktar, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Dibêjin ‘bila YPG çekan deyne.’ Ma dê artêşeke ji sed hezar kesan pêk tê çawa çekan berde? An jî ma dê çima deyne? Ma tiştekî wiha dibe? Dê baweriya xwe bide Enqereyê û çekan deyne? Koma talanker a çeteyên SMO’yê hêj jî êriş dike. Ev kom dijminên Kurdan û Rêveberiya Xweser ein. Li gorî daxwaza Tirkiyeyê êriş dikin. Ma tiştekî wiha dibe?”
'DÊ LI GORÎ DAXWAZA ENQEREYÊ NEBE’
Aktar, got ku qebûlkirin an jî neqebûlkirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji hêla Tirkiyeyê ve girîng nîne û ev tişt anî ziman: “Jixwe ev ne karê Enqereyê ye. Karê Şamê ye. Dê li ser maseyê rûnin. Girîng e ku Rojava jî li ser maseyê be. Niha li ser maseyê nîne û ev tiştekî asayî nîne. Lê dest bi axaftina bi rêveberiya Şamê re kirin. Tirkiye zextê li rêveberiya Şamê dike. Lê dîsa jî bi Kurdan re axivîn. DYA, Ingilistan û Fransa di dewrê de ne. Hewl didin rêyekê bibînin. Dê li wir her tişt bi daxwaza Tirkiyeyê nebe. Tirkiye, Rojava ji bo xwe weke gefa ewlehiyê dibîne. Heta niha yek kevir neavêtine Tirkiyeyê. Lê divê neyê jibîrkirin ku ev polîtîkaya Tirkiyeyê dê neguhere.”
'PEYAMÊN OCALAN ERÊNÎ Û ÇÊKER IN’
Têkildarî peyamên Abdullah Ocalan jî Aktar ev nirxandin kir: “Peyamên erênî û çêker in. Tirkiye dizane ka siyaseta Kurd çi dixwaze. Ev daxwaz, ji bo demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê girîng in. Lê em nizanin dê aliyê din çi bide çi nade. Peyamên dewlet û îktîdarê erênî nînin. Devlet Bahçelî dibêje ‘tu pêvajo nînin û divê PKK û YPG çek berdin.’ Tenê ev e. Ji bilî vê ma tu projeyan pêşkeş dikin? Meclisa di halê hazir de bûye pêlîstoka rejîmê. Partiyên din jî xwedî tu polîtîkayên cuda nînin. CHP jî nizane bê çi dixwaze. Tiştên divê bên kirin diyar in; hewcehî bi rêveberiyeke nenavendî heye. Perwerdeya bi zimanê dayikê lazim e. Divê daxwazên tevgera Kurd û Kurdan li tevahiya Tirkiyeyê hebin. Gelo rêveberiyeke mîna Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê li Tirkiyeyê jî pêkan e? Ev tenê îdiayeke. Xwezî hebûya. Ka aqil û vîzyoneke wiha kanî... Tiştekî wiha behs jî nayê kirin. CHP jixwe li dij e. Divê em bizanin ka di xwîn û demarên vê dewletê de çi heye. Nexwe em ê tenê xewnan bibînin. Nexwe dê bi xusaretiyê biencam bibe.”
MA / Mehmet Aslan