Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di qonaxeke dîrokî de ne û wiha got: “Em bangî aqilê dewletê dikin; bi hevdîtineke li Îmraliyê nabe, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û zemîna ku birêz Ocalan bikare bixebite bê avakirin.” 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 12’ê Çileyê de li Enqereyê 7’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Beriya kongreyê, li Amedê bi gel re civîn hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari axivî. 
 
Tulay Hatîmogûllari, di destpêkê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêve Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di meha Çileyê de hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Jinên Kurd her tim bûn hedefa rejîma faşîst a dewleta otorîter. Lê dîsa jî jinên Kurd nesekinin û tevî tevgera jinên Tirkyeyê têkoşîneke mezin meşand. Bi saya têkoşîna xwe dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li hemû cîhanê belav kir. Me her tim li dijî suîqest, cînayetên li dijî jinan têkoşîn kir. Heta ku jin li hemû cîhanê azad dibin jî dê ev têkoşîn bidome.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ BIRYARA TÊKILDARÎ TAHIR ELÇÎ DA
 
Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî erêkirina biryara beraetê ya di doza Tahir Elçî de ji bo polîsan hatiye dayin da û got: “Hêja Tahir Elçî li ber kamerayan hate qetilkirin. Di dozê de biryar hate dayin lê tu hukmê vê biryarê ji bo me nîne. Em ê bi tu awayî wan biryarên derheqê wan kujeran de qebûl nekin. Di şexsê hêja Tahir Elçî de em hemû rêhevalên xwe yên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dayin bi rêzdarî bîr tînin.” 
 
‘KOBANÊ NEKET Û DÊ NEKEVE’
 
Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Ev geşedan bandorê li hemû cîhanê dikin. Piştî guherîna rejîmê tu demokrasî nehat wê derê. Li dijî xaka Rojava bi destê çeteyên SMO’yê ku Tirkiye xwedî dike, êriş tên kirin. Kesên digotin ‘Kobanê ket, dikeve’ dîsa ji bo ketina Kobanê her tiştî dikin. Lê Kobanê neket û dê nekeve. Bila ev bo wan bibe ders. 
 
RÊVEBERIYA XWESER MODÊL E 
 
Her wiha li dijî Elewî, Xiristiyan û Durziyan jî komkujiyên mezin tên kirin. Em bangî hemû hêzên navneteweyî û demokrasiyê dikin; ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan tavilê bikevin nava tevgerê. Ji bo statûya Rojava fermî bibe divê em bêhtir têbikoşin. Em dizanin ku li Sûriyeyê tekane çareserî ew e ku rêveberiyeke demokratîk a di serî de Kurdan, hemû gel û baweriyan digire nav xwe pêkan e. Modêla Rojava ketiye meriyetê û ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bûye mînak. Divê ew esas were girtin. Divê bikeve meriyetê û fermî bibe. Ev geşedan, bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê jî dikin. Em bang li her çar dewletan dikin; heta ku hûn demokratîk nebin dê nekarin ji lîstikên emperyalîzmê xelas bibin. Lewma divê li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. 
 
DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN
 
Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê serdana birêz Ocalan kir. Dixwazim du xalên birêz Ocalan ji şandeya me re gotiye bi we re parve bikim. Birêz Ocalan dibêje; ‘Divê her kes geşedanên li Sûriyeyê û Xezeyê ji nêz ve bişopîne. Dema em li lîstikên hêzên emperyal dixwazin li herêmê bilîzin dinihêrin; dixwazin bakurê Kurdistanê jî veguherîna Xezeyê. Lewma divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Lewma divê aştiyeke birûmet ava bike.’ Em jî bi van gotinan re ne. Tiştekî din jî ragihand. Got; ‘Ez silav û hezkirinên xwe ji gelê me yê birûmet ên qet dev ji têkoşînê bernedayî û bûn wesîleya vekirina deriyên Îmraliyê re dişînim.’ Gelê Kurd zêdetirî 40 sal in li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişan têdikoşe û têkoşîna xwe mezin dike. Heke Rêveberiya Xweser li Rojava hatibe vê astê, ev serkeftineke mezin a gelê Kurd e. Em di qonaxa şikestineke dîrokî de ne. An em ê bi erênî ji vê şikestina dîrokî derkevin û aştiyê ava bikin an jî dê her der veguherin Xezeyê. Lewma em bangî aqilê dewletê dikin; ev hevdîtina li Îmraliyê bi tena serê xwe têr nake, deriyên Îmraliyê vekin, zemîna şert û mercên fîzîkî ku birêz Ocalan bikare ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bixebite ava bikin. Li dilê Kurdistanê Amedê ku nûnertiya îradeya gel dike, em bi hev re silav û hurmetên xwe ji Îmraliyê re dişînin.” 
 

Sernavên din

11/01/2025
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin