Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan

img

AMED - Serokê Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê Mûrat Kan anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê îktîdar û partiyên muxalefetê guh bidin peyamên Abdullah Ocalan. 

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên di hevdîtinê de weke 7 xalan bi raya giştî re hatin parvekirin. Di peyamê de Abdullah Ocalan got ku divê biratiya Kurd-Tirkan were xurtkirin û banga “nekevin nava hesabên teng û demkî” li partiyên siyasî kir. Her wiha got: “Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.” 
 
Serokê Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê (TOD-DER) Mûrat Kan têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û peyamên ji Îmraliyê hatin axivî. 
 
'PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK ALTERNATÎF E’ 
 
Kan, diyar kir ku navenda “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” ku ji hêla hêzên kûrewî ve tê meşandin Rojhilata Navîn e û vê rewşê li Sûriyeyê rê li ber geşedanên cidî vekiriye. Kan, anî ziman ku hêzên hegemon ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyeyê gel bi hev dane qirkirin û projeya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan ji bo vê rewşê alternatîf e. 
 
Kan,  wiha domand: “Divê hemû gel û baweriyên cuda li ser bingeheke wekhev û azad beşdarî rêveberiyeke demokratîk bibin. Dema em wiha difikirin, çareserî jî eşkere dibe. Dema Kurd bêstatû hatin hiştin, ev yek dê rê li ber şer û qirkirineke mezin a civakî veke. Lewma ev bangawazî jehrkuja vê rastiyê ye. Hêzên kûrewî di sedsala 20’emîn de bi Peymana Sykes-Picotê û Konferansa Qahîreyê re Kurd bêstatû hiştin. Ev jî bû pirsgirêka sereke ya netewedewletên li herêmê. Di roja me li şûna çareserkirina pirsgirêka Kurd-Tirkan, vê bêstatûyê rê li ber şer vekir. Lewma divê mirov banga Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de binirxîne. Divê ev qert ji destê hêzên kûrewî were derxistin û ji bo çareseriyê gav bê avêtin.” 
 
'DIVÊ GUH BIDIN BANGAWAZIYA OCALAN’
 
Kan, got ku ji bo gelan girîng e ku bangên Abdullah Ocalan veguherin aştiyê û ev tişt anî ziman: “Îktîdarê, pêvajoya 2013-2015'an bi kar anî. Divê guh bidin banga dawî ya ji Îmraliyê. Di serî de AKP-MHP divê hemû partiyên muxalefetê wate bidin banga birêz Abdullah Ocalan û helwestekî li gorî vê nîşan bidin. Heke wiha bikin dê pergala li ser înkarkirina Kurdan hatiye avakirin biguhere. Ev guherîn jî dê bi xwe re demokrasiyê bîne. Lewma girîng e. Ev yek dê veguhere demokrasî û aştiya civakî. Divê hêzên bi sala ye bi saya xwîn, hêsir û şer xwe li ser pêyan digirin bên ekartekirin. Ji bo ev pêvajo veguhere aştiyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Wê demê dê aştiya civakî çêbibe. Vî şerî bi sala ye gelek îktîdar tune kir. Divê ev rastî neyê paşguhkirin.” 
 
'EM AMADE NE TIŞTA DIKEVE SER MILÊ XWE PÊK BÎNIN’ 
 
Kan, destnîşan kir ku ji Tirkiyeyê re tê gotin ku “An dê vê pirsgirêkê çareser bikî an jî dê bi vê pirsgirêkê re hilweşî” û axaftina xwe wiha qedand: “Divê çîna serdest a Tirk û avadaniyên siyasî yên Tirkiyeyê vê rastiyê paşguh nekin. Divê îktîdar û muxalefet bibîne ku bi paşguhkirina xwebirêvebirina gel re pirsgirêk çareser nabin. Lewma divê helwestekî rast nîşan bidin. Şer, rê li ber xizaniyê vedike. Rê li ber ranta şer, nelirêtiyê û tunebûna nirxên civakê vedike. Ji bo gelên Tirkiyeyê careke din nirxên xwe biafirînin, divê guh bidin vê bangê û erênî nêz bibin. Aştiya civakî jî bi vê pêkan e. Heke li ser van daxwazan hevkariyek çêbibe, dê pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê jî çareser bibin. Em amade ne ku tişta dikeve ser milê me bikin. Bila her kes jî pêk bîne.” 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

11/01/2025
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne