ENQERE - Zanyarê Siyasî Dr. Mustafa Pekoz da zanîn ku Abdullah Ocalan hewl dide li meclisê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bêçareserkirin û hikûmet jî 'tasfiyeyê' esas digire.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin, di 28'ê kanûnê de bi parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan re hevdîtin kir. Nîqaşên der barê mijarên ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de anîne rojevê, dewam dike. Abdullah Ocalan bal kişand ser ji nû ve xurtkirina biratiya tirk-kurd û bang li hemû derdorên siyasî kir ku "Bêyî ku bikevin nava hesabên teng bikevin nava tevgerê."
Zanyarê Siyasî Dr. Mustafa Pekoz nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd û peyamên Abdullah Ocalan ên ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
'7 XAL GIRÎNG IN'
Mustafa Pekoz balkişand ser girîngiya 7 xalên ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiribû û wiha axivî: “Girîng e ew metna zelal û aşkera ya ku ji aliyê heyeta DEM Partiyê ve li ser navê Ocalan ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin rast were şîrovekirin. Ger xalên ku di metnê de hatine gotin rast neyên analîzkirin, bi awayekî xwezayî dê encam xelet bin û hewldan jî, di wateyekê de winda bibe. Her gotar di nava xwe de peyamên girîng hene. Daxuyaniyek pir bi baldarî, siyasî û dîplomatîk hat amadekirin. Li vir çend xal hewceyê şîroveyek taybetî ne.”
PIŞTGIRÎ DAYÎNA PARADÎGMAYÊ
Pekoz da zanîn ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de têkildarî planên tarî pêşniyarên erênî kirine û planên tasfiyekirina civaka kurd qebûl nake. Pekoz der barê gotina Abdullah Ocalan ya piştgirî dayîna paradîgmayê jî wiha got: “Dibêje; ‘Tecrûbe û biryardariya min heye ku ji bo paradîgmaya nû ya ku ji aliyê birêz Bahçelî û birêz Erdogan ve hatiye xurtkirin, piştgiriya pêwîst bidim’. Ger hûn bala xwe bidinê, behsa paradîgmaya Bahçelî û Erdogan nake. Ew behsa paradîgmayeke ku ev jî hêzê didin wan dike. Dibêje ku ew ê li gel Bahçelî û Erdogan li ser esasê wekhev hêzê bidin vê paradîgmayê. Ji ber vê yekê wateya wî ev e; Pirsgirêk ji wan derbas dibe, di esasê xwe de paradîgmayeke nû ye ku ji aliyê dewletê ve hatiye diyarkirin e.”
HÊMANA QANÛN Û MECLISÊ
Pekoz gotina Abdullah Ocalan ya; “Ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê, bêyî ku li hesabên teng û demkî bên girtin, însiyatîf bigirin û tevkariyên erênî bikin. Yek ji zemîna herî girîng a van tevkariyan jî bêguman wê meclîsa tirk be.” bibîrxist û wiha got: “Ocalan pir bi baldarî balê dikişîne ser aliyên hiqûqî yên pirsgirêkê. Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê cihê çareseriyê Meclîsa Tirkiyeyê be û diyar kir ku divê pêvajo aşkera û vekirî be û pirsgirêk li ser bingehê qanûnî pêş bikeve û bi awayekî ku civak bikaribe bê meşandin. Bi gotineke din balê dikişîne ser baweriya civakî.”
MUDAXALEYÊN HÊZÊN DERVE
Pekoz da zanîn ku Abdullah Ocalan xwestiye şande fikrên wî bi dewlet û derdorên siyasî re parve bike û bi vê yekê ve dixwaze bibêje ku ev pirsgirêka navbera AKP-MHP û DEM Partiyê nîn e, divê hemû hêzên civakî yên Tirkiyeyê û nemaze jî CHP tevli vê pêvajoyê bibe.
Pekoz diyar kir ku Abdullah Ocalan di peyama xwe de geşedanên li Xeza û Sûriyeyê bibîr dixe, rêya çareseriyê destnîşan dike û nemaze jî balê dikişîne ser mudaxaleyên derve ku pirsgirêkan girantir dikin. Pekoz têkildarî dijberiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava ev tişt anî ziman: “Tirkiye bi rûxandina rejîma Esad re li Sûriyeyê însiyatîfek bi dest xistibe jî, weke ku tê hêvîkirin wê nebe aktor. Di rastiyê de, daneyan dest pê kir ku ew ê bi giranî bêbandor be. Hêmana sereke ya polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê li ser esasê negirtina statuyeke civakî-siyasî ya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê ji dema ku Esed desthilatdariya xwe winda kir, hemû bala xwe da ser nakokiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ravekirina Ocalan a ku dibêje hêzên derve pirsgirêka li Sûriyeyê girantir dike, bêyî ku navê wê bilêv bike, bi awayekî nerasterast balê dikişîne ser Tirkiyeyê. Yanî siyaseta Tirkiyê ya li dijî kurdan li Sûriyê bi ser nakeve. Dibêje ku ew dikare di avakirina peywendiyên siyasî-diplomasî di navbera Tirkiye û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berpirsyariyê bigire ser xwe.”
Pekoz got ku Ocalan nemaze jî balê dikişîne ser çareseriya demokratîk, aştî û serdema biratiyê. Pekoz da zanîn ku hinek xalên ku di navbera şandeyê û Abdullah Ocalan de hatine axaftin bi raya giştî re nehat parvekirin û wiha got: “Ji ber ku Ocalan di derbarê PKK û PYD'ê de tu nirxandinek ji raya giştî re nekiriye, bi taybetî jî di nav gelek rojnamevanên nêzî medyaya desthilatdar de bû sedema xemgî û bertekan. Ji ber ku beriya heyet biçe Îmraliyê, dewlet û çapemeniya desthilatdar îdia dikir ku Ocalan wê bang li PKK'ê bike û bibêje xwe fesih bikin. Dema ku bendewarî pêk nehat vê carê êriş dest pê kir. Hilbijartina heyeta li ser navê Ocalan gelekî bi zanebûn bû ku di daxuyaniyê de ji raya giştî re nirxandina PKK û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neke. Bêguman derbarê PKK’ê de bi taybetî di navbera heyet û Ocalan de nirxandineke girîng hat kirin. Lê belê ev mijar bi raya giştî re nehat parvekirin. Sedema sereke ya vê yekê jî ew e ku Ocalan dibêje ku esas ne PKK û PYD ye, yanî wek dewlet an jî hukûmet dibêje ne pirsgirêka tasfiyekirina PKK’ê ye, berovajî vê yekê bi siyaseta demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd e. Yanî dibêje pirsgirêka kurd heye ku divê dewleta tirk çareser bike.”
Pekoz anî ziman ku li Tirkiyeyê hinek derdor li bendê bûn ku Abdullah Ocalan bang li QSD’ê bike ku xwe fesih bikin û tevli HTŞ’ê bibin, lê ev daxwaza wan vala derket, lê daxwazên ku ew di serê xwe de plan dikin dê pêk neyên.
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’
Pekoz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê gavên şênber bên avêtin û têkildarî mijara çek berdanê wiha axivî: “Di rojeva Ocalan de di bin banê meclisê de bi siyaseta demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd heye. Berevajî vê yekê, hikûmet pêşî li tasfiyekirina PKK'ê bi bikaranîna hêza çekdar digire. Pêwîste ku mirov vê xalê bibîr bixe; PKK ne sedem e, encam e. Ne objektîf ku pirsgirêka kurd di çarçoveya "terorîzmê" teng were destgirtin û ji PKK'ê were hêvîkirin ku çekan berde. Ji ber ku Ocalan vê rastiyê dizane, pêşî çareseriya siyasî-civakî ya pirsgirêkê tîne rojevê. Eger ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di meclisê de bingeheke hiqûqî û siyasî bê çêkirin û gavên pêbaweriyê bên avêtin, eger PKK’ê ragihîne ku têkoşîna li dijî Tirkiyeyê rawestandiye, ne surprîz e. Her wisa, berovajî wê, heta ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên şênber neyên avêtin, PKK çekan bernade. Ji ber ku Ocalan nêzîkatiya PKK’ê dizane, dê fikra ‘pêşî çekan deynin, piştre dê çareserî pêk were’ li ser PKK’ê ferz nake. Di vê pêvajoyê de dibe ku ragihînin ku bi banga Ocalan re wan şerê çekdarî yê li dijî Tirkiyeyê bi awayekî demkî rawestandiye.”
HEVDÎTINÊN ŞANDEYÊ
Pekoz da zanîn ku divê şande bi Qendîl, Ewropa, rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û nemaze jî bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtinan bike. Pekoz der barê fikarên gel, rewşenbîr û rojnamegeran ku hikûmet samîmî nîn e, dixwaze kurdan bixapîne wiha got: “Tevgera kurd ne hêzeke were xapandin e, hê jî fêmnekirine ku dengdêrên kurd beşa herî siyasî pêk tînin û bi tenê nayên xapandin. Ger AKP-MHP îradeya çareseriya pirsgirêka heyî ya li TBMM’ê di çarçoveya siyaseta demokratîk de nîşan bide û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên berbiçav bavêje, ne şaş e ku di aliyê siyasî de ji vê yekê sûd werbigirin.”
Pekoz balkişand ser gavên ku destpêkê ji aliyê dewleta tirk ve bên avêtin û wiha got: “Beriya her tiştî divê dest ji tayînkirina qeyûman berdin û girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan. Divê biryarên DMME'yê bên bicihanîn. Divê bi QSD’ê re têkiliyên dîplomatîk û siyasî bên pêşxistin.”
Pekoz da zanîn ku li Sûriyeyê însiyatîfa çareseriyê di destê Ocalan de ye Ocalan bi pêşniyarên maqûl, têgihîştî û çareseriyê.
MA / Selman Guzelyuz