AMED - Parêzeran diyar kirin ku di dosyaya Tahir Elçî de biryara îstînafê berdewamiya “polîtîkaya necezakirinê ye” û dan zanîn ku dê li dijî vê polîtîkayê têkoşîna hiqûqî û civakî bidomînin.
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûrê ya Amedê hate qetilkirin. 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo polîsên di doza qetilkirina Elçî de ji sûcê “Bi qisûra xwe bûne sedema mirinê” dihatin darizandin, biryara beraetê da.
Parêzerên Elçî, li dijî biryarê serî li 10’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê dan. Daîreyê, ji bo biryara dadgeha herêmî got “li gorî hiqûqê ye” û bi hinceta sedema cureyê sûc got ku divê sînorê cezayê di bin 5 salan de be û bêyî rêya Dadgeha Bilind vekirî be teqez red kir.
Parêzerên Baroya Amedê têkildarî biryarê axivîn.
ÎSTÎNAF DI 6 MEHAN DE BIENCAM BÛ
Cîgira Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk, diyar kir ku di dosyaya Tahir Elçî de dadgeha herêmî di qonaxa lêpirsînê de daxwazên Baroya Amedê û malbata Tahir Elçî bicih ne aniye û wiha got: “Berevajî vê, ev daxwaza taloq kir û piraniya wan red kir. Helwesta di dema lêpirsînê de, di qonaxa teqîbatê de jî domand. Hem daxwazên di dema danişînê de hem jî nêzikatiya dadgehê, di e de fikar çêdikirin ku dê darizandineke adilane çênebe. Li cihê bûyerê keşf nehate kirin ku ev hûrgiliyeke girîng bû û ev daxwaz hate redkirin. Her wiha şahidan gotin ku îfadeyên xwe yên di dema lêpirsînê de di bin îşkenceyê de dane û van îfadeyên xwe qebûl nakin. Tevî vê jî îfadeyên wan ên di dema lêpirsînê de esas girtin û biryar li gorî wan hate dayin.”
Bi domdarî Şîlan Çelîk destnîşan kir ku li cihê bûyerê keşf nehatiye kirin, guh nedane rapora mîmariya edlî û wiha pê de çû: “Di dawiya dawî de ji bo bersûcan biryara beraetê dan. Pêvajoya darizandinê 9 salan domiya û ya îstînafê jî piştî 6 mehan biencam bû. Me digot belkî bêhiqûqtiyên di dema dadgeha herêmî de ji hêla îstînafê ve ji holê bên rakirin. Lê mixabin di demekî kin de serlêdan bi awayekî ‘teqez’ hate redkirin. Di vê astê de em dibînin ku dosya êdî teqez bûye û ji hêla darazê ve ji bo Tahir Elçî biryara necezakirinê hatiye dayin.”
‘DIVÊ EM LI DIJÎ NECEZAKIRINÊ TÊBIKOŞIN’
Şîlan Çelîk, got ku di dozên dewlet aliyek û hêzên ewlekariyê tên darizandin de polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê û ev tişt anî ziman: “Ji salên 90’î heta niha di dosyayên înfaza bêdaraz de dosya hatine vekirin lê piraniya wan bi necezakirinê biencam bûne. Dozên dewlet aliyekê wê ye de yan biryara demborînê yan jî biryarên bearetê tên dayin. Mixabin di dosyaya Tahir Elçî de jî heman pratîk heye. Tahir Elçî di tevahiya jiyana xwe de li dijî vê necezakirinê têkoşiya. Ew bi xwe jî rastî heman qederê hat. Lê dê têkoşîna me ya hiqûqî û civakî ya li dijî vê necezakirinê bidome. Weke baroyê em ê li dijî biryara îstînafê, serî li AYM’ê bidin. Heke biryara ‘binpêkirinê’ neyê dayin, em ê serî li DMME’yê bidin.”
‘MÎNAKEKE BIÊŞ A NECEZAKIRINÊ YE’
Endama Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Derya Yildirim jî got ku dosyaya Tahir Elçî ji hêla hemû cîhanê ve tê şopandin û ev tişt anî ziman: “Em bûn şahid bê ka qonaxa lêpirsînê çawa kêm hate meşandin, delîl çawa nehatin komkirin û delîl çawa hatin tunekirin. Heman rewş di qonaxa şopandinê de jî domiya. Yek ji mînakên herî biêş a polîtîkayên necezakirinê jî dosyaya Tahir Elçî ye. Serokê Baroya me li pêş çavên hemû cîhanê hate qetilkirin lê tevî vê jî bi hinceta ku delîl tune ne dosya biencam kirin. Dê pêvajoya dozê êdî li AYM’ê bidome. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Eşkereye ku ev cînayet bi destê dewletê ve hate kirin.”
‘DI DOSYAYÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ DE NECEZAKIRIN HEYE’
Endama Komîsyona Doza Tahir Elçî parêzer Gamze Yalçin Îlboga jî wiha got: “Meqamên şopandinê delîlên ku bandorê li esasê bike kom nekirin. Di dosyayên hêzên ewlekariyê de, bi taybet jî di dosyayên cendirme û cerdevananê li ser navê dewletê rayeyê bi kar tînin de faîl û bersûc nayên cezakirin. Em vê helwestê, weke encama polîtîkaya necezakirinê dibînin. Ji vê qonaxê û şûnde ji bo dosya bi necezakirinê biencam nebe, em ê pêvajoya hiqûqî ya pêş bi biryardarî bidomînin.”
MA / Mujdat Can