NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re hevdîtin kir, diyar kir ku li Meclisê hewcehî bi avakirina komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî di nav de cih digirin heye. Sirri Sureyya Onder jî got ku ew qedir didin rexne û nerazîbûnan.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Parlamenter Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin pêk tê, saet di 10.30’ê de li Meclisê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir.
OZEL: PÊDIVÎ BI AVAKIRINA KOMÎSYONÊ HEYE
Hevdîtin saetek û 35 deqeyan domiya û piştî hevdîtinê daxuyanî hate dayin.
Ozgur Ozel, di daxuyaniyê de wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkeke Tirkiyeyê ku ev 50 sal in didome, ji bo vê pirsgirêkê ji holê rakin, ji bo êdî hêsirên çavên dayikan nerijin, ji bo agahiyên şehadetan dîsa ne bihîsin, ji bo bêhtir kes jiyana xwe ji dest nedin, me berê jî gotibû ku weke CHP’ê em ê piştgiriyê bidin her gava di vê mijarê de tê avêtin. Me nêrînên xwe bi şandeya rêzdar re jî parve kir. Me bendewariyên xwe, fikarên xwe, aliyên erênî û neyînî yên tiştên em dibînin û rexneyên xwe bi eşkereyî vegot. Pêşniyar û sekna xwe ya ji bo dema pêş jî me anî ziman. Heke bi kurtasî bibêjim; li gorî me divê navenda pêvajoyeke wiha Meclis be, bi pêşengtiya Meclisê were kirin û di bin kontrola wê de be. Di vê mijarê de tu guman û nêrîneke me ya cuda tune ye. Ji bo gavên ji vir û şûnde dê bên avêtin, me got ku divê li Meclisê komîsyonek were avakirin û hemû partiyên siyasî di komîsyonê de cih bigirin.”
'EM GIRÎNGIYÊ DIDIN ÎRADEYÊ’
Ozel, wiha domand: “Mutabeqeta civakî girîng e û divê tu hestên civakê yên hesas neyên paşguhkirin û li gorî wê gav bên avêtin. Me beriya niha jî gotibû, dema em qala mutabeqeta civakî dikin, em dibêjin ku divê tu derdorên civakî xwe li derve nebînin û tê de cih bigirin. Bi taybet jî divê malbatên şehîdan û gaziyên me di vê pêvajoyê de biçûk neyên xistin, li derve neyên hiştin, tirs û fikarên wan li ber çavan bên girtin û mekanîzmayeke ku ew jî gotina xwe tê de bikin were avakirin. Hem ji bo serdana wan hem jî ji bo gavên ji vir û şûnde dê ji bo aştiya Tirkiyeyê bên avêtin ku divê tu alî nekevin nava tu berjewendiyên siyasî, bazariyan û bendewariyan, em vê îradeyê girîng dibînin. Divê hemû gavên ji vir û şûnde tên avêtin divê demokratîk û qanûnî bin.
Ya girîng ew e ku xwîn were sekinandin, hêsir nebarin û em pêşî lê bigirin ku Tirkiye bi giştî winda neke. Em hêviya xwe diparêzin.”
ONDER: ME LI PÊŞNIYAR Û FIKARAN GUHDAR KIR
Sirri Sureyya Onder jî wiha got: “Me derfet dît ku hevdîtineke berfireh bikin. Me li pêşniyar û fikaran guhdarî kir. Tevek jî ji bo me biqedrin. Bi taybet jî fikar û nerazîbûn, ji piştgiriyê watedartir in. Ev ne hewldaneke derdoreke teng e, ji ber ku beşeke mezin a civakê eleqeder dike, divê em mutabiq bibin.”