MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 30 kesên din ji kar derxist. Bi vê yekê re hejmara karkerên ji hêla qeyûm ve ji kar hatin derxistin derket 154’an.
Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdara 2024’an de waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tayîn kir. Bi tayînkirinê re qeyûmî dest bi derxistina karkeran a ji kar kir. Beriya niha 124 karker ji kar hatibûn derxistin û niha jî 30 kesên din ên bi biryara dadgehê li karên xwe vegeriyabûn jî ji kar hatin derxistin.
Bi derxistinên dawî re hejmara kesên ji hêla qeyûm ve ji kar hatine derxistin derket 154’ê.