Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe

MÊRDÎN - Haci Şukru Aslan ê 94 salî, her roj ji navçeya Kerboranê tê ser sînorê Qamişloyê û beşdarî çalakiya nobetê ya li ser sînor dibe. Aslan, wiha got: “Îro rêberekî me heye, Kurd bi ser ketine.” 

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin, di roja 27’an de didome. 
 
Yek ji kesên beşdarî çalakiya nobetê dibe jî Haci Şukru Aslan e. Aslan, 94 salî ye û he roj tevî sermayê û temenê xwe yê mezin jî ji Kerboranê berê xwe dide cihê nobetê. Aslan, dema di temenê xwe yê 20 salî de yek ji şopdarên Mele Mistefa Barzanî bû û di demên piştre de jî siyaseta xwe li ser xeta tevgera azadiyê ya Kurd domand. Gundê wan Dîlan, di sala 1990’î de hate şewitandin û valakirin. Li ser vê yekê koçî navenda navçeyê anku Kerboranê kir. Aslan, rêxistina Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) bi dilxwazî ava kir û li Kerboranê bû yek ji damezirînerên fermî yê kevneşopiya siyasî ya Kurd. Tevî temenê xwe yê mezin jî tev li nobeta li ser sînorê Qamişloyê dibe. Aslan, di dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de li Pirsûsê, di dema qedexeyên derketina kolanan ên li bajarên bakurê Kurdistanê de di nava meşên li Botanê de cih girt û di hemû çalakiyên li dijî êrişên ser Kurdan hatin lidarxistin de cih digire. 
 
DI 70 SALIYA XWE DE RÊXISTINA NAVÇEYÊ AVA KIR 
 
Aslan, da zanîn ku tevî zextan jî di salên 200’î de li Kerboranê Rêxistina HADEP’ê ava kirine û wiha got: “Me serî li ber gefan û zextan netewand. Di wan salan de li Kerboranê partî tune bû. Piştre partî hate wê derê, xwendin û nivîsandina min tune bû lê min jê re got; ‘Heke hûn qebûl bikin ez dikarim bikim. Bila partiya me jî li Kerboranê bê vekirin. Heke kesek nebe ez amade me.’ Welhasil, li kesekî xwendin û nivîsandina wî heye geriyan lê piştre ez kirim serokê navçeyê. Piştre jî pêvajoyên binçavkirinê dest pê kirin.” Aslan, got ku tevî temenê xwe yê mezin jî herî dawî 2 sal û 6 meh cezayê hefsê û cezayê pereyan lê hatiye birîn. 
 
‘ÎRO RÊBERÊ ME HEYE’
 
Aslan, anî ziman ku yek kêliyê jî xwe ji têkoşînê paşve nedaye û wiha got: “Ez îro jî xwedî heman fikrê me. Îro rêberê me heye. Em tevek piştgiriyê didin wî. Me neheqî li kesekî nekiriye lê gelek li me tê kirin. Em ji bo mirovahiyê, aştiyê û yekitiyê têdikoşin.” 
 
‘KURD ÊDÎ BI SER KETINE’
 
Aslan, axaftina xwe wiha qedand: “Mîna her kesî em jî doza xwe ya rewa diparêzin. Xaka li Sûriyeyê xaka Kurdan e. Xaka me kirine çar parçe û dane Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê. Îranî her roj Kurdan bidarve dikin. Ma Kurd ne mirov in? Kî li dijî vê zilmê derkeve kesên herî bişeref ew in. Dê aştiya Rêberê me ji bo her kesî baş be. Kurd, miletekî qedîm in. Ji ber zilma lê dihat kirin Rêberek ji nav wan derket. Kurd êdî bi ser ketine. Mizgîniya min a ji bo her kesî ye, Kurdistan dê azad bibe. Ev, bûyereke dîrokî ye. Gotina em xwişk û bira ne, bila mirov neyên kuştin, gotineke xweşik û birûmet e. Em vê jî erênî dibînin. Heke aştiyê bixwazin, wê demê bila şer bidin sekinandin. Ewqas ciwan dimirin. Heke muzakere bikirana dê baş bûya lê nakin. Şer hêj bêhtir sor dikin. Em bi vê sedemê li vir in. Gelê me tişta baş û xweşik dixwaze, tişta nebaş naxwaze.” 
 
 MA / Ahmet Kanbal - Omer Gungor
 

Sernavên din

26/08/2025
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan
11:41 Li Bursayê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
11:40 Şewata li Bedlîsê hate vemirandin
11:16 Li Xezeyê 2 jê zarok 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
11:15 Hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê li Cinevê bên kirin
10:51 Civaka Elewî hemwelatiya wekhev dixwaze
09:55 Li dijî xutbeya Diyanetê bertek: Divê jin bi awayeke xurt têbikoşin
09:36 '7 şibakeyên tecrîdê' bi 3 zimanan hat wergerkirin
09:29 Xwebûn bi manşeta ‘Ziman xeta sor e’ derket
09:28 Mafên girtiyan ên sihbet, pirtûk û werzîşê tên astengkirin
09:19 Sekreterê Partiya Sor: Divê Ocalan di şert û mercên azad de biaxive
09:00 Alîgirên Amedsporê li dijî cezayan bi tîma xwe re ne
09:00 ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2025’AN
24/08/2025
17:23 Mihrîcana baweriyê ya li Gimgimê bi dawî bû
17:15 ‘Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne: Divê bêdudilî piştgiriyê bidin aştiyê’
17:12 Bakirhan: Dengbêjan bîra gelê Kurd parastin
15:50 NADA’yê ji bo Newala Xesfeyê banga lêpirsîna navneteweyî kir
15:49 DYA’yê biryar da ku hêzên xwe ji Iraqê derbixe
14:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike
13:42 Ji sê girtiyên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn agahî nayên girtin
12:58 Şewata li Licê hate vemirandin
12:57 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê hewl dide siyaseta înkarê rewa bike
11:36 MSD: Komxebata şêwirê hate taloqkirin
11:35 Li Mêrsînê mînîbusa xwendekaran li TIR’ê xist: 2 kes mirin
11:22 Jinan ji bo destûra bingehîn a nû bang kir: Werin em gotina xwe bikin yek
11:22 Zarokê 14 salî bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da
11:20 Hunermendên Elewî ji pêvajoyê bihêvî ne
10:07 Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin’ derket
10:00 30 sal in li Licikê bêrîvaniyê dike. Jeotermal dê xwezaya me tune bike
09:59 Ji ber lêgerîna petrolê ya li Gabarê zêdetirî 3 hezar kes bêav hatine hiştin
09:23 Serokê ÎHD’a Yilmaz: Divê li Ocalan guhdarî bikin
09:00 Karkerên qeyûm ji kar derxistî 25 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2025’AN
07:30 Li Mereşê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
23/08/2025
17:10 Avakirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê hate protestokirin
15:48 Li Stenbolê bi jinan re çalakiya ‘xeleka aştiyê’ hate lidarxistin
15:36 Çalakiya 700'emîn a Rûniştina F: Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş
15:20 Rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:12 Dayikên Şemiyê: Aştî bi axaftina heqîqetê ve pêk tê
15:02 Li Sindirgiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
14:23 Li Derînceyê şewat li nava bereqe û konteyneran belav bû
13:53 Xizmên windayan bang li komisyonê kirin: Dema pratîkê ye
11:29 Wan ji bo mîtîngê amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
10:49 Ji bo mirina biguman a du xwişkan dozgerê taybet hat peywirdarkirin
10:21 Bati yê ku di Komîsyonê de axivî: Ger bi Ocalan re hevdîtin bê kirin dê pêvajo bi leztir pêş ve biçe
09:57 ‘Ewlehiya jinan bingeha aştiyê ye’
09:53 Efserê ku çawîşê pispor ew birîndar kiribû mir
09:50 Li Mîlasê jinek hat qetilkirin
09:33 Geçmez: Divê her kes bê guhdarkirin, pêvajo li ser esasê hiqûqî bê rûniştandin
09:07 Li bajarê ku nifûsa wî 550 hezar e tenê onkologek heye
09:06 'Em ji bo şikandina xeleka polîtîkaya şerê taybet têdikoşin'
09:04 Qeydên Dibistana Egîdê Cimo didomin
09:03 Xebatkarên rêbejahiyê ku bi dînamîtan xwezayê texrîb dikin: Me serobino kir!
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2025'AN
22/08/2025
16:32 Kanala Zoom TV a Lahûr Şêx Cengî hat girtin
16:10 Li Mûşê civîna ‘yekitiyê’: Divê her kes dev ji berjewendiyan ber de
15:41 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
15:40 Ozel: Em ê ji ber xelaya li Xezeyê banga civîna awarte li Meclisê bikin
15:38 Dîroknasê sosyalîst Laikos piştgirî da banga Ocalan
15:00 Karmendên ku xwestin ber bi qesrê ve bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin
14:36 Tevgera Şemiya Binefşî: Di civîna Îslamabadê de divê berjewendiyên Efxanan esas bê girtin
14:06 Hevserokên giştî ji bo mitînga li Wanê bang kirin
13:52 Weqfa Aştiyê bertek nîşan da: Astengkirina Kurdî ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
13:49 Dayikên ku axaftina wan a bi Kurdî hate astengkirin: Ji bo çareseriyê ji ewil zimanê me qebûl bikin
13:35 Li Xezeyê xela hate ragihandin
11:35 CENTCOM: Serçeteyekî DAIŞ’ê li Idlibê hate kuştin
11:22 Di pevçûnên li Silêmaniyeyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:21 Nûnerê Taybet ê NY’ê : Ji bo Sûriyeyê nexşerêyeke berfireh pêwîst e
11:17 Lîreyê Tirk li hemberî Dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:09 Rojnamegerên hatin qetilkirin dê bên bibîranîn
10:52 Prof. Dr. Yegen: Divê komîsyon vê meseleya 50 sal in didome ji Ocalan guhdarî bike
09:30 Li Şîliyê bi pileya 7.5 erdhej çêbû
09:08 Li Silêmaniyeyê alozî: Lahûr Şêx Cengî û birayên wî hatin binçavkirin
09:08 'Dagirkirina Xezeyê di heman demê de planeke îlhaqkirinê ye'
09:06 ‘Gulistan mamosteya Çapemeniya Azad bû, Hêro jî hêla wê ya bihêz bû'
09:03 Serlêdanên Xelatên Rojnamevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersozê didomin
09:01 Li dijî eko-qirkirina li Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 22’YÊ TEBAXA 2025’AN
21/08/2025
16:49 Li Mêrdînê cenazeyên 2 jinan hatin dîtin
16:04 Jin li Wanê di atolyeya aboriyê de hatin cem hev