NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê li derdora Pira Qereqozaxê maleke welatiyan topbaran kirin. Di êrişê de 2 zarok birîndar bûn.
Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê, li gundê Bîr Hiso yê li ber Pira Qereqozaxê maleke welatiyan topbaran kirin. Di encama topbaranê de du zarok birîndar bûn. Casim Elî Şewax (11 salî) û Hanî Elî Şewax 16 (sali) yên birîndar bûn, rakirin nexweşxaneya Emel a bajarê Kobanê.