Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Argeş Şengalî ku di dema kişandina belgefîlma “73”yê de li gel rojnameger Nazim Daştan ê hatî qetilkirin azadî û êşên Şengalê kiribû belgefîlm, wiha got: “Em ê proje û xeyalên Nazim ên nîvco mayin bi cih bînin."

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûce dişopandin, di encama êrîşa dewleta Tirk a bi Balafira Bêmirov a Çekdar (SÎHA) de hatin qetilkirin. Rojnameger Daştan di sala 2012’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kir û piştre jî cihê xwe di Çapemeniya Azad de girt. Daştan li gel vê gavê her nûçeya ku çêkir rastî û heqîqetê eşkere kir, li her qadên ku şer lê diqewime bi kameraya xwe amade bû. Di serpêhatiya xwe ya rojnamegeriyê de ji Kobanê heta Efrînê û ji wir jî heta Reqayê cihê xwe girt. Lêbelê herêma ku herî zêde lê bandor bûyî jî Şengal bû. Şengal di sala 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dorpêçkirin û êriş hatin destpêkirin. Di vê êrişa ku weke fermana 74’an a li dijî Êzidiyan tê binavkirin, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jî dîl hatin girtin. Jin û zarokên dîl hatibûn girtin, li bazaran hatin firotin. Nazim Daştan ku ji vê pir bandor bû, yekemîn belgefîlma xwe li Şengalê çêkir. Belgefîlma bi navê "73" ku derhêneriya wê Daştan dikir, li ser fermana 73'an a DAIŞ'ê ya li dijî Êzidiyên Şengalê hate kişandin. Ev belgefîlm a bi navê 73, li ser çîrokên jin û şahidên ku ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar bûne hate kişandin û Daştan di vê belgefîlma xwe de bal kişand ser bawerî, berxwedan û êşa Êzidiyan. Belgefîlm di mîhrîcanên navneteweyî de hat nîşandan. Daştan, bi vê belgefîlmê careke din komkujî ronî dikir. 
 
 
Rojnameger Argeş Şengalî ku di dema kişandina belgefîlma "73" de bi Daştan re xebitî, behsa dilsoziya Nazim a ji bo Şengalê, belgefîlma ku kişandiye û şahidiya wî kir.
 
ÊŞ, AZADÎ Û BERXWEDAN KIR BELGEFÎLM
 
Argeş Şengalî, anî ziman ku Nazim Daştan xwest êş û azar û azadiya Şengalê bi belgefîlmekê ji raya giştî re ragihîne û wiha got: "Heval Nazim di dawiya sala 2017'an, serê sala 2018'an de hat Şengalê. Em wî ji wê demê pê ve nas dikin. Berê me ew nedîtibû lê bi raya çapemeniyê me ew nas kir. Nazim ji ber ku civaka êzidî û êşên wê bihîstibûn û naskiribûn pir hestiyarî nêzikî jin, zarok û extiyaran dibû. Em wê demê di nav xebatên çapemeniyê de bûn lê şer hebû. 4 sal derbas bibûn lêbelê Şengal hê bi temamî azad nebûbû.  Dema ku heval Nazim hatî vê derê me pirsên weke ku ew kî ye û ji ku derê ye kirin. Ji bo statu û rêveberiya xweser gavên girîng hatin avêtin. Heval Nazim jî bi vê hestê hat Şengalê. Ji aliyekê ve xwest ku belgefîlmek êşên civaka Êzidî çêbike, ji aliyê din ve jî têkoşîn, berxwedana Şengalê ji raya giştî re ragihîne. Bi belgefîlmekê xwest dîroka Şengalê, şêwaza jiyana wê, civaka Êzidî, rêveberiya wê ya xweser, hêzên wê yên leşkerî û şerê gerîlayên HPG'ê û hêzên YPG'ê bi belgefîlm tomar bike.”
 
'JINÊN KU HATINE RIZGARKIRIN KIŞAND'
 
Rojnameger Şengalî, diyar kir ku Nazim xwest îşkence û azadiya jin û zarokên ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin belge bike û wiha got: "Di wê demê de hêzên YBŞ'ê, Rêveberiya Xweser a Şengalê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re bûn. Gelek jin û keçên Êzidî di destê DAIŞ'ê de hatibûn rizgarkirin û gelek jî hê di destê DAIŞ'ê de bûn. Di operasyonên hêzên YPG'ê de gelek ji wan hatin rizgarkirin. Piştî lêkolînan em pê hesiyan ku Nazim rojnamevanekî ku dilê wî ji bo civaka Êzidî lêdixist, dema zarokên Êzidî yên di navbera 9 û 10 salî de dîtin pir keyfxweş dibû û ji wan pir hez dikir. Nazim bi taybetî jin û zarokên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin girtin û piştre hatin rizgarkirin, belge dikirin."
 
'JI BO BELGEFÎLMÊ BIKIŞÎNE ME BI PIYAN ÇIYA DERBAS KIRIN'
 
Şengalî, da zanîn ku Daştan ji bo temamkirina belgefîlmê pir têkoşîn daye û wan bi hev re li gelek çiya derbas kirine.  Şengalî, da zanîn ku Daştan dixwest ku êş û berxwedana Şengalê bigihîne hemû cîhanê û wiha pê de çû: “Şert û mercên ku em weke Çapemeniya Azad a Şengalê tê de bûn, gelekî xerab bûn. ji komkujiyê nû xilas bibûn. Û me ji bo xweseriyê gavên girîng diavêt. Lê ji bo temamkirina belgefîlmaz heval Nazim em ê bi peyatî çûn gelek gund, herêm û çiyayan ji bo temamkirina belgefîlma heval Nazim. Me xwest em bi vî awayî li Şengalê karekî biqedînin ji xwerêveberiyê, ji rêveberiya xweser bigire heta baweriya Êzidiyan û ji raya giştî parve bikin. Armanca belgefîlma wî jî ev bû. Tiştê ku bandor li Nazim kir ew bû ku civaka Êzidî di Komkujiya 74'an de koç nekirin û xwe parastin. Rewşeke din ku bandor li wî kir jî tevlibûna jinên ku piştî ku hatin rizgarkirin di nava saziyên Rêveberiya Xweser de bûn. Her tim digot,' Civaka Êzidî xwe ji nû ve afirand, divê cîhan vê bibîne.' Armanc ew bû ku civaka Êzidî çawa li hemberî qetlîaman li ber xwe da û Rêveberiya Xweser a ku hatiye avakirin ragihîne û bi hemû cîhanê bide naskirin."
 
'EZ XWE WEKE KU LI AXA LÊ JIDAYIKBÛME HÎS DIKIM'
 
Şengalî, bal kişand ser dilsoziya Daştan a ji bo Şengalê û ev tişt anî ziman: “Heval Nazim gelekî dixwest Şengalê bibîne. Dema me derdora Çiyayê Şengalê nîşanî wî da, yan jî dema ku em diçûn ser girekî bilind û Şengalê, digot,' Ez xwe weke ku li axa ku lê ji dayik bûme hîs dikim.' Heval Nazim tu carî xwe ji civaka Êzidî cuda nedît. Xwe ji civakê qut nekir, êşa wê civakê hîs dikir û dibû dengê civaka xwe."
 
'XEBAT Û PROJEYÊN WÎ EM Ê TEMAM BIKIN'
 
Şengalî destnîşan kir ku ew ê kameraya Nazim Daştan a ku hiştiye li erdê nehêlin, ew ê têkoşîna wan a heqîqetê bimeşînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta şehadeta xwe heval Nazim, zilm û zordariya ku li ser civak dihate kirin ji raya giştî re parve kir. Ji ber ku xwest hemû cîhan bibîne ka dewletên kapîtalîst çawa herêmên dagir dikin. Nazim jî bi vê hesasiyetê karê xwe dikir. Di oxira vê de jî canê xwe da. Em nikarin behsa hevalê Nazim bikin, em çiqasî vebêjîn jî dê kêm bimîn. Em bi şev û roj bi hev re bûn. Me bi hevre salek derbas kir. Gelek proje li pêşiya wî hebûn. Dixwest xwe bigihîne hemû civak û cîhanê. Dixwest şêwaza jiyana civakan û çawaniya dagirkeran dixwazin li ser civakan serwer bibin ragihîne. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî rê û heqîqeta heval Nazim û Cîhan nekarî li ber xwe bide û ew qetilkirin. Heta ji destê me bê em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Em nahêlin pênûs û kamerayên wan bikevin erdê. Xebata ku wan neqedandiye em ê temam bikin. Em şagirtên wan in û tiştek ku em ji wan fêr bibin dê bigihînîn armancê.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

17/01/2025
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê