Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e

img

ÎZMÎR - Îndîra Saîpnazarova a Qazaxistanî ku diçe qursa zimanê Kurdî ya Avestayê, diyar kir ku Kurdî mereq kiriye û wiha got: “Min got wiha nabe divê ez hînî Kurdî bibim û min dest bi qursê kir.”  

Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Avestayê ji sala 2018’an heta niha li Îzmîrê qursên zimanê Kurdî dide. Qurs, di du rojên hefteyê de tê dayin. Ji miletên Tirk, Ereb, Fars, Qirgiz û Qazax jî gelek kes tev li qursan dibin. Yek ji kesên hatiye qursê jî Îndîra Saîpnazarova ya Qazaxistanî ye. Îndîra Saîpnazarova, ji bo ku bi zimanê kesên li derdora xwe û cîranên xwe bizane, biryar da ku tev li qursan bibe. Îndîra Saîpnazarova, li Qazaxistanê hînî gotinên “Ez ji te hez dikim” û “Çawayî, baş î?” dibe û xwestiye ku peyvên nû li ferhenga xwe ya zimanê Kurdî zêde bike. 
 
‘MIN GELEK KURDÎ MEREQ DIKIR’
 
Îndîra Saîpnazarova, da zanîn ku li Qazaxistanê li taxa lê dijiya Kurd jî hebûn, wê Kurdî mereq kiriye û di demên ewil de ji wê re gelek zehmet hatiye. Îndîra Saîpnazarova, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min dibistana amadehî li Qazaxistanê xelas kir û hatim Tirkiyeyê. Li Zanîngeha 9 Eylûlê beşa psîkolojiyê dixwînim. Li vir min hevjînê xwe nas kir. Hevjînê min Kurd e, malbat û hevalên wî dema kom dibin bi Kurdî diaxivin. Min tu tiştek ji wan fêm nedikir. Her tim min jê pirsa ‘Ev tê çi wateyê? Ji bo min wergerînin.’ Lewma min ji xwe re got ‘ev wiha nabe, divê ez hînî Kurdî bibim.’ Anku mereqa min demek piştre bû neçariyek. Her wiha hevjînê min her tim stranên Kurdî vedike û derheqê gelê Kurd de agahî dida. Digot ku Kurdî zimanekî qedîm e.”
 
‘DI POLÊ DE YEK JI KESÊN HERÎ SERKEFTÎ ME’
 
Îndîra Saîpnazarova, diyar kir ku dema zanî li Avestayê qursa Kurdî tê dayin wê yekser serlêdan kiriye û ev tişt anî ziman: “Di demên ewil de ez li ser înternetê dixebitîm. Ji stranên hevjînê min vedikir de min çendek peyv zanîbûn. Dema ewil hatim qursê di dersan de min gelek zehmetî nedikişand. Heta ji kesên herî baş ên polê me. Pêşketina min baş e. Mamosteyê me pir baş e. Dema hînî Kurdî dibim zehmetiyê nakêşim. Qeydên Kurdî dişibin yên Rûsî û Qazaxî lewma zehmetiyan nakêşim. Lê ji ber ku di Kurdî de lêkerên bêpergal hene, ez hinek dixitimim.” 
 
‘ZIMANEKÎ PIR DEWLEMEND E’
 
Bi domdarî Îndîra Saîpnazarova got ku li malê bi hevjînê xwe re li derve jî bi hevalên xwe re pratîkê dike û wiha got: “Kesên li derdora min ji ber ku diçim qursa zimanê Kurdî keyfxweş dibin. Dibêjin ‘xwezî her kes mîna te bûya.’ Malbata min di parvekirinên min ên li ser medyaya civakî de dibîne ku hînî Kurdî bûme û piştgiriyê dide. Dema hevalên min ên Qazaxistanê tên vê derê, ez wan j bo Kurdî teşwîq dikim. Ji ber ku ji vî zimanî hez dikim. Zimanekî gelek dewlemend e. Dixwazim di demên pêş de Kurdiya min a akademîk û wêjeyî  hebe.” 
 
MAMOSTEYÊ KOMELEYÊ JI BO QURSAN BANG KIR 
 
Ji mamosteyên Avestayê Alî Sayan jî da zanîn ku ji her temenî û gelan eleqeyeke baş ji bo Kurdî heye û wiha got: “Biqasî Kurdan, ji gelên Tirk, Ereb, Faris, Qirgiz, Qazax û ji welatên Ewropayê jî gelek kes tên qursa ziman. Kesên qet bi zimanê Kurdî nizanin, em wan heta asta mamostetiyê perwerde dikin. Em ji ewil asta wan diyar dikin û wisa dest bi xebatê dikin. Kesên ku di mijara Kurdî de tu tiştekî nizanin, di dema hînbûnê de pirsên kûrtir dipirsin. Min dîtiye ku têkildarî koka peyvên ku qet nehatiye bîra me pirs kirine. Ev pirs ji hêla erênî ve me didin zorê. Dikin ku em bêhtir amadekariyan bikin. Avesta, li gel qursên ziman, her wiha dîrok û çanda Kurdî jî vedibêje. Banga min ji bo her kesên dixwazin hînî Kurdî bibin ew e ku bên vê derê. Divê her kes xwedî li Kurdî derkeve.” 
 
 
 

Sernavên din

12/07/2025
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!
10:34 Welatiyan wesayîtên kana madenê ji bajarokê derxistin
10:06 Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Asena: Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike
09:52 Delegasyona navneteweyî ber bi qada torenê ve bi rê ket
09:44 Pirtûka parastina doza Kobanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ çap bû
09:33 Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin
09:29 'Di sala 10'emîn de li ser şopa Pirsûsê': Ji bo edaletê têkoşîna li ser bingeheke yekgirtî
09:06 Alî Bozan: Dora gavavêtinê a dewletê ye
09:05 Welatiyên beşdarî hevdîtinên gel bûn: Divê dewlet gav bavêje
09:04 30 salên jiyana wî di girtîgehê de derbas bû: Ji bo jidilbûnê divê girtiyên nexweş bên berdan
09:01 3 sal in muayeneya kelemçekirî li girtiya bi nexweşiya tuberkulozê tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:15 Rêwîtiya ber bi kêliya ku dê herka dîrokê biguherîne
07:59 Şandeya ku dê torenê bişopînê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket
10/07/2025
17:05 Ceza dan malbata Kocakaya ê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin
16:56 Rojnameger Hêvîdar Onver îfade da
16:36 Yunaçti piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:05 Rojnamegerên ji bo torena PKK’ê bi rê ketin: Em ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin
15:41 Şîna Abdullah Okur bi girseyî hate ziyaretkirin
14:46 Dozgerî ji bo 7 rojnamegeran ceza xwest
14:13 Di kongreya Wan TUHAY-DER’ê de coşa peyama bidîmen
14:03 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:43 Rûxseta lêgerîna petrolê ya li Amedê ji bo 2 salan hate dirêjkirin
13:31 Li dijî zextên rejîma Îranê bang hate kirin
13:26 Erdogmûş: Hincet neman, divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre
13:25 Şewatên Uşakê hatin kontrolkirin
13:09 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:26 Serokê Giştî yê OHD’ê: Divê êdî guherînên yasayî bên kirin
12:24 ‘Divê dewlet pêvajoyê dirêj neke’
12:23 Ji bo torena PKK’ê ji Amedê bi rê ketin
11:37 Tahmaz: Banga Ocalan peywirên siyaseta demokratîk destnîşan dike
11:25 Înstagramê hesabê Ajansa Welat girt
11:19 Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz: Bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike
11:01 Ji bo Hesendînê li ber xwe didin: Em li benda piştevaniyê ne
10:42 Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye
10:25 Hamasê qebûl kir ku dîlgirtiyên Îsraîlî serbest berde
10:23 9 sal in mexdûrên KHK’ê li benda karê xwe ne
10:00 Hunermend Pinar Aydinlar: Divê aştî û azadî derdê hemû welat be
09:56 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên 8 meh in li benda tedawiyê disekinin hene
09:25 Dê navê Dengbêj Şakiro li Agiriyê nemir be
09:24 Xwezaya Şirnexê dê bi 10 projeyên nû yên enerjiyê bê talankirin
09:19 Şaredarê Şîleyê Kabadayi hate binçavkirin
09:07 Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Banga bidîmen hêviya me xurt kir
09:06 Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve
09:05 Francesco Cerasanî: Ocalan bi banga xwe deriyekî nû li ber demokrasiyê vekir
09:03 Ji Roboskiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Ger em mil bidin milê hev dê êşên me kêm bibin
09:01 Di şer de du zarokên xwe winda kir: Bila komîsyon bê avakirin û gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:24 Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû hate berdan
08:09 KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin