AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ya Peyas û Rezan çarçoveya pîrozbahiya Serê Salê de bername pêk anîn û demên bi coş hatin jiyîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezan di çarçoveya pîrozbahiyên serê salê de bernameyek li dar xistin. Li Kolana Sakarya ya Rezan hevşaredarên bajarê mezin a Amedê û hevşaredarên Rezan ligel def û zirneyê û "kosegelî" hatin gel hev û heta Parka Koşûyolûyê esnaf ziyaret kirin û şekir belavkirin.
Di bernameyê de çîrok, stran hatin gotin û atolya zarokan pêk hat. Dengbêjan stran gotin.
PEYAS
Li Peyasê jî li taxa Gazîler ligel ‘kosegelî’ serdana esnafan hat kirin.Koma ‘kosegelî’ bê navber gotin ‘Serê salê binê malê xwe û dê azadiye bîne Kurdistanê’.
Bername bi govendê bi dawî bû.