NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan ên li Minbic û Bendava Tişrînê de 18 endamên komên paramîlîter hatine kuştin û 7 wesayîtên zirxî, 3 tank û 6 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi dijwarî bersiva dide van êrişan. Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya HSD’ê têkildarî bîlançoya şer û pevçûnên di 14’ê Çileyê li başûrê rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê qewimîn de daxuyaniyeke nivîskî da.
LI BENDAVA TIŞRÎNÊ ÇALAKIYÊN BIBANDOR
Li gorî nûçeya ANHA’yê, HSD’ê diyar kir ku hêzên wan li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê derbên giran li êrişkaran dane. HSD’ê bi domdarî di daxuyaniyê de wiha got: “Duh (sêşem) piştî nîvro û bi piştevaniya balafirên şer û firokeyên bêmirov, çeteyan ji gundê Ebû Seîd êrişeke berfireh li ser girê Syriatel û derdora wê pêk anî. Di êrişê de wesayîtên zirxî yên BMB û çekên doçka û tank bi kar anîn. Di navbera şervanên me û çeteyan de pevçûnên dijwar qewimîn, di encamê de 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin û 18 çete jî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Yên mayî jî reviyan. Çeteyan careke din êrişî Girê Syriatelê kir lê wesayîteke çeka doçka û wesayîteke zirxî ya BMB hatin rûxandin û êriş hat şikandin.
Bi giştî hêzên me li dijî çeteyan 19 çalakî li dar xistin û 7 wesayîtên zirxî yên BMB, 3 tank, 6 otomobîlên ku çekên doçka li ser, hatin rûxandin û li 3 kombûnên çeteyan hate xistin.
Piştî şikandina êrişan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wekî her carê bi balafirên bêmirov û çekên giran herêm bombebaran kirin û di encamê de 5 hevrêyên me şehîd bûn.
ÇIYAYÊ BERKELÊ HATE BOMBEBARANKIRIN
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di heman demê de 4 caran êrişî li ser Çiyayê Berkel ê li başûrê Kobanê kirin û bi çekên giran jî topbaran kirin. Di encamê de hin ziyanên madî çêbûn. Tevgera balafirên şer û balafirên bêmirov li ser herêmê duh tevahiya rojê ranewestiya.
LI EYN ÎSAYÊ ÇALAKÎ
Li eniya Eyn Îsayê şervanên me li gundê Ebû El Zuhûr li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist, di encamê de wesayîteke leşkerî ya Toyota hate rûxandin û hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat zelalkirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên giran gundê Bîr Ereb bombebaran kir û bi 2 balafirên bêmirov ên xwekuj êriş kir, yek ji wan xwe teqand û şervanekî me birîndar bû û ya duyemîn jî hate rûxandin. Duh jî tevahiya rojê li esmanê herêmê tevgera balafirên bêmirov ranewestiya.
LI GUNDÊN QEREQOZAQÊ ÊRIŞÎ MALÊN SIVÎLAN KIRIN
Li eniya Qereqozaqê di encama berxwedana dijwar a hêzên me de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nekarî êrişekê li dar bixin, li derdora pirê jî 9 êrişên hewayî li gundên Dîkan û depoyên genim, firokexaneya Sirînê, girê Mexrîbatîn pêk anîn. Di êrişa li ser gundê Dîkan de malên sivîlan hatin armanckirin, ji ber êrişên dijwar ên balafirên şer rewşa hinek malbatan heta niha ne diyar e.
Balafirên şer jî di saetên dereng ên şevê de derdora Pira Qereqozaqê hedef girt, di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, topên hawan û roketavêjan gundên Bîr Hesen, Ceda, Dîkan û Sirîn bombebaran kirin.”