NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat jî di nav de 23 kes hatin girtin.
Şaredarê Beşîktaş a Stenbolê yê CHP’î Riza Akpolat di 13’ê Çileyê roja duşemê de bi îdiayên “ “endamtiya rêxistina sûc”, “di îhaleyê de nelirêtî kiriye” û “bi awayekî neheq mal bi dest xistiye” hatibû binçavkirin. Akpolat, hate girtin. Akpolat jî di nav de 40 kes piştî karûbarên li emniyetê duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, Akpolat û 31 kes bi heman îdiayan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hatin kirin.
Akpolat jî di nav de bi giştî 23 kes hatin girtin û 17 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.