Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin

  • rojane
  • 15:18 20 Çile 2025
  • |
img

WAN  - ÎHD, OHD û baroyan di rapora xwe ya têkildarî derbkirina girtiyan a li Girtîgeha Tîpa L a Panosê de diyar kirin ku bûyer ji destpêkê ve di bin kontrola dozger de qewimî ye. 

Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê gardiyan û xebatkarên girtîgehê êrişî girtiyan kiribûn û derb kiribûn. Baroyên Agirî, Colemêrg û Wanê û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) piştî lêkolînan têkildarî bûyerê raporek amade kir. Rapor, li Eywanan Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê bi beşdariya gelek hiqûqnasan hate eşkerekirin. 
 
Rapor, ji hêla endama Şaxa OHD’ê ya Wanê Dîlan Çîftçî ve hate xwendin. Dîlan Çîftçî, da zanîn ku di 18’ê Kanûna 2024’an di nav xwarina şîvê de hinek tiştên mîna çêrta çûkan derketine û wiha got: “Li ser vê yekê girtiyên bi navên H.G, H.O û R.B. agahî dan peywirdaran. Ji vê kêliyê ve bûyer dest pê kir. Girtiyan ev rewş bi daxwaznameyekê ragihandin. Çendek roj piştre jî rastî êrişa fîzîkî ya gardiyanan û personelên îdareyê hatin. Girtî nizanin ka hejmara wan çend bû lê piranî jê zilam bi giştî rastî êrişa 40-50 kesan hatine. Girtiyan gotin ku bi cop û mertalan hatine derbkirin, li erdê hatine kaşkirin û bi giranî birîndar bûne. H.O., da zanîn ku destên wê hatine şidandin û canê wê êşiyaye, H.G. û R.B. jî diyar kirin ku ew li dîwar hatine xistin, li erdê hatine kaşkirin, R.B. jî got ku pora wê hatiye kişandin û jêkirin.” 
 
'SEPANÊN KEYFÎ Û DERHIQÛQÎ’
 
Bi domdarî Dîlan Çîftçî destnîşan kir ku li gel îşkence û miameleya xerab, piştî bûyerê jî mafê kantînê yê girtiyan hatiye astengkirin. Dîlan Çîftçî, wiha pê de çû: “Mafê telefonê yê girtiyan hat astengkirin û cezayên hucreyê yên keyfî lê hatine birîn. Dema şande ji bo hevdîtina bi girtiyan re çûn girtîgehê, şandeya me bi xwe bû şahidê liv û tevgera keyfî ya memûrên girtîgehê. Tevî ku her sê girtiyên şandeya me dixwest pê re hevdîtinê bike li heman odeyê bûn jî, xebatkarên girtîgehê bi israr gotin ku nikarin her sê girtiyên jin ji odeyê derxînin û bînin hevdîtinê. Şandeya me xwest di vê mijarê de bi midûriyeta girtîgehê re hevdîtinê bike lê encmake jê negirt. Weke çareya dawî jî bi dozgerê saziyê re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê ev sepana keyfî hat bidawîkirin.” 
 
'ZEXT HATE TESPÎTKIRIN’
 
Di berdewamê de Dîlan Çîftçî anî ziman ku girtiyên dixwestin pê re hevdîtinê bikin ji hêla 4-5 gardiyanan ve cuda cuda anîne odeya hevdîtina bi parêzeran re û ev agahî parve kir: “Heta hevdîtin qediyayî gardiyan li cihekî ku axaftinan bibihîsin sekinînin. Şandeyê îtîraz kir lê encam jê negirt. Şandeya me bû şahid ku memûrên tev li bûyera îşkence û muameleya xerab bûn, di dema hevdîtina bi parêzeran re de zext kirin. Hat tespîtkirin ku li girtîgehê Protokola Stenbolê esas nehatiye girtin. Di hevdîtinê de dozger bi xwe got ku tev li lêgerîna qawîşan bûye. Her wiha li gorî îfadeyên wî, di 18.12.2024’an di dema mudaxileyan de bi rêya kamerayan bûyer heta dawiyê şopandiye lê neçûye cihê bûyerê û mudaxile nekiriye. Dema li van îfadeyan tê nihêrtin, eşkereye ku ji destpêkê heta dawiya tevahiya bûyerê di bin kontrola dozgerê saziyê de qewimî ye.” 
 
XWEST BERIPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN 
 
Dîlan Çîftçî, da zanîn ku girtiyan piştî çavdêrî û raporê daxwazname dane dozgeriya înfazê lê sê roj piştî hevdîtinê hatine sirgunkirin. Dîlan Çîftçî, axaftina xwe wiha qedand: “H.O. sewqî bajarê Erzînganê, H.G. û R.B. jî sewqî girtîgehên cuda yên Kayseriyê hatin kirin. Divê tavilê der heqê xebatkarên girtîgehê yên di bûyera îşkenceyê de cih girtin, lêpirsînek baş were destpêkirin. Divê doz li van kesan were vekirin û berpirsyar bên cezakirin. Ji bo heqîqet derkeve holê û berpirsyar bên cezakirin, hewceye tevahiya dîmenên kamereyan ên Girtîgeha Tîpa L a Panosê, qeydên dîmenên kamerayên bi stûyê xebatkaran ve bêyî bên jêbirin bên parastin û li dosyayê bên zêdekirin. Heke dema her sê jinên girtî hatin derbkirin, berê kamerayên cihê derbkirinê dibînin hatibin guherandin, divê kesên berê kamerayan guherandin tavilê bên tespîtkirin û derheqê wan de lêpirsîna edlî û îdarî bê vekirin.” 
 
Dîlan Çîftçî, got ku girtî hatine îşkencekirin û xwest binpêkirinên li dijî girtiyan bên bidawîkirin. 
 

Sernavên din

18/07/2025
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’