* Rêveberê Heyva Sora Kurd Ehmed Îbrahîm der barê êrişên li dijî sivîlên li bendava Tişrînê de axivî û diyar kir ku 3 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin û 5 ambûlans jî bûne hedef.
* Şaredariya Îdirê ya DEM Partiyê, Bazara Keda Jinan û Navenda Jiyana Jinan ava kir. Hevşaredar Nejla Kumê got ku ji bo îstîhdamkirina jinan dê projeyên cuda pêk bînin.
* Girtiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya bi rêya malbata xwe ragihand ku ji ber ku li dijî lêgerîna li hundirê dev rabûye nayê dermankirin û cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.
* Parêzerên ÇHD'ê yên li otela li Kartalkaya ku 78 kesan jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn kirin, diyar kirin ku li edliyeyê û qada şewatê xwe negihandine dozgeran.
* Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn diyar kir ku xebatên kanên madenê ligel xwezayê di warê tenduristiyê de jî dibin sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê.
* ÎHD û xizmên windayan, dê li Amed, Colemêrg, Êlih û Îzmîrê çalakiya "bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar bixin. (12.00-13.00)
* Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de winda bûne bipirsin, dê vê hefteyê jî wê li Qada Galatasarayên bên cem hev. (12.00)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)