AMED - Osman Çelîk ku berê parêzerê Abdullah Ocalan bû got: "Hezkirina Ocalan a ji bo aştiyê ji bo me hemûyan şansek e. Ne şensekî kurdan û ne jî yê dewleta tirk heye ku vê firsendê ji dest berdin."
Hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dewam dikin. Osman Çelîk ku berê parêzerê Abdullah Ocalan bû, hevdîtinên Îmraliyê de ku yek ji rojeva herî zêde di raya giştî de tê gengeşekirin, nirxandin.
Çelîk da zanîn ku di hevdîtinan de hêvî û kelecanek di mirovan de çêbûye û got ku hêviyên wê hene ku pêvajo bi awayekî erênî û zelal bimeşe. Çelîk bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e di bin tecrîda girankirî de ye û got: "Eşkere ye ku ev tecrîd ne çareserî ye, ev pirsgirêk bi vê tecrîdê çareser nabe, şer û rijandina xwînê wê raneweste. Lewma aqilê dewletê û mirovên ku ji ber mirinan û xwîna li vî welatî tê rêjandin diêşin xwestin mudaxil bibin. Mirov difikirin ku ev pirsgirêk bi tecrîdkirin, tunehesibandin û paşguhkirinê çareser nabe. Lewma pêvajoyeke nû hat destpêkirin."
'PIRSGIRÊK WÊ BI BIRÊZ OCALAN RE ÇARESER BIBE'
Çelîk bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a “Îradeya min a çareseriyê heye” û wiha got: “Erê, diyar e ku ev pirsgirêk bi birêz Ocalan û keda wî ya mezin dikare were çareserkirin. Bi rastî desthilata heyî an jî aqilê dewletê vê rastiyê dît û ketin rêya pêşxistina diyalogê."
Çelîk diyar kir ku yekane rêya ku pêvajo bi awayekî saxlem bi rê ve diçe, peydakirina hawirdoreke ku Abdullah Ocalan bi rihetî xwe îfade bike û bi parêzerên xwe û kesên ku beşdarî pêvajoyê bibin re diyalogê çêbike.
Çelîk anî ziman ku Abdullah Ocalan yek ji kesayetên pêşeng e ku dikare aştiyê pêk bîne û got: "Di girtîgehê de girtina kesekî wisa xwedî hêz, jêhatî astengkirina têkiliyan e û nexwestina aştiyê ye. Lewma eger dewlet û niyeta desthilatê ya ji bo aştiyê hebe, berî her tiştî divê vê tecrîdê rake."
Çîçek diyar kir ku cara ewil di sala 2008'an de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûye Îmraliyê û got: "Birêz Ocalan wê demê çi gotibe, îro jî heman tiştî dibêje. Ez bawer dikim ku birêz Ocalan wê tu carî şer pîroz neke û hêvî neke ku xwîn birije. Wî ji roja ewil heya niha ve tim wekî referans îşaret bi aştiyê kiriye. Tim bal kişandiye ser aştiyê û gotiğe rizgariya her du neteweyan di aştiyê de ye."
MA / Rûkiye Adiguzel