Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe

img

AMED - Endamên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê ku li Enqereyê hevdîtin kirin, diyar kirin ku wan fikarên di nava civakê de bi partiyan re parve kirine û ji bo pêvajo civakî bibe dê xebatên wan bidomin. 

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd di 27-28’ê Çileyê de li Meclisê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Şandeya platformê ji 7 kesan pêk dihat û pêşniyarên xwe ku ji 10 xalan pêk dihat bi partiyan re parve kir. Endamên Lijneya Rêveber a Platformê Mahsum Çiya Korkmaz û Serdar Keskîn ku di şandeyê de cih digirtin, têkildarî serdanên xwe û karûbarên dema pêş ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
HEVDÎTINÊN BI MUXALEFETÊ RE
 
Mahsum Çiya Korkmaz, da zanîn ku biryara hevdîtinên bi partiyên li Meclisê re di komxebata “Di pirsgirêka Kurd de lêgerînên çareseriya demokratîk” ku di Sibata 2024’an de li gel rêxistinên civaka sivîl ên Amedê li dar xistibûn de dabûn û wiha got. “Di dema nîqaşên ser pirsgirêka Kurd de me daxwaza randevuyê li partiyan kir. Ji bilî Partiya Îyî û MHP’ê tevekan bersiv dan. Partiya Îyî jî piştî em vegeriyan Amedê bersiv dan. CHP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de gavekî baş avêt lê di mijara meseleya Kurd de polîtîkayeke baş birêve nebir. Me rexneyên xwe yên di vê mijarê de jê re gotin. Me got ku hinek gotinên wan di nava gel de fikaran çêdikin, divê bêhtir bicisaret bin nexwe dê dengê xwe winda bikin. Em di ferqa rewşa CHP’ê de ne. Gotin ku têkildarî pêvajoyê tişta ji dest tê dê bikin. Partiyên din jî gotin ku ew ji zûde ye li gel pêvajoyê ne. Wan jî ev bi me re parve kirin.” 
 
FIKARÊN HEYÎ BI AKP’Ê RE HATIN PARVEKIRIN
 
Korkmaz, got ku bi AKP’ê re 2 hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Me bi Serokê Koma AKP’ê û Efkan Ala re hevdîtin kirin. Me ew 10 xal bi wan re jî parve kir. Me daxwazên civakê û tiştên divê bên kirin bi wan re parve kirin. Me fikarên xwe yên ji têkçûna pêvajoyê parve kir. Wan jî gotin ku ew van fikaran fêm dikin û dê li ser bisekinin. Lê me xwest ji gotinan zêdetir pratîkê bikin. Weke mînak em gelek li ser ziman sekinînin û me got ku zimanekî hişk tê bikaranîn û li Kurdan ‘Teslîmbûn’ tê ferzkirin. Her wiha me qala qeyûman kir. Me got ku heke bixwazin pêvajo civakî bibe, wê demê divê hesasiyetên civakê esas bên girtin û gavê erênî bên avêtin.” 
 
NÊZIKATIYA AKP’IYAN A LI DIJÎ PÊVAJOYÊ
 
Korkmaz, got ku AKP’î rêzdarî nêzî daxwazên wan bûne û wiha pê de çû: “Gotin ku di mijara çareseriyê de îcar bêhtir biîrade ne û ji demên berê ders girtine. Di nava wan 10 xalên me de ew jî heye ku azadiyên sereke di nava mafên makezagonî de bên destgirtin. Me got ku heta bingeheke qanûnî nebe ev pêvajo nameşe. Di hevdîtinên fermî de di vê mijarê de agahiyeke zelal tune ye lê li gorî agahiyên li ber dest, hinek xebatên li ser makezagonê hene. Armanca me ew bû ku daxwaz û fikarên civakê bi wan re parve bikin. Me xwest ku tevahiya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî jî tev li vê pêvajoyê bên kirin. Me got ku em li gel aştî û pêvajoyên erênî ne. Dê xebatên me bidomin. Amadekariyên me yên ji bo komxebatê hene, em ê biçin serdana partiyên siyasî û bi derdorên cuda re hevdîtinan bikin.” 
 
'REWŞEKE BISEKINE-BIBÎNE HEYE’
 
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Platformê Serdar Keskîn jî got ku armanca wan a ji hevdîtinan ew bû ku ew fikar, pêşniyar û xebatên pêwîst bi aliyan re parve bikin. Keskîn, diyar kir ku wan ji partiyên muxalefetê xwestine ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û got: “Di hevdîtina bi îktîdarê re de jî me xwest dev ji sepanê zirarê didin aştiyê berdin. Hem îktîdarê hem jî muxalefetê xebatên me erênî dîtin. Em dikarin bibêjin ku di hemû partiyan de helwesteke bisekine-bibîne heye.” 
 
'DIVÊ XEBATEKE LI SERANSERÎ TIRKIYEYÊ WERE KIRIN’ 
 
Keskîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyan di hevdîtinan de gotin ku divê pirsgirêk were çareserkirin û nikarin îzahetê ji dinyayê re bikin. Gotin ku di vê mijarê de dê xebatan bikin. Gotin ku divê civaka sivîl jî tev li bibe. Hat gotin ku divê civaka sivîl ji ewil li herêmê û piştre jî li seranserî welêt bernameyên ‘aştiyê’ li dar bixin. Wan jî ev pêşniyar kirin. Weke platformê em dixwazin piştî herêmê, li seranserî Tirkiyeyê xebatan bimeşînin. Ji bo vê jî em dikarin komxebat û panelan li dar bixin.”
 
'HÊVIYA ME JI PÊVAJOYÊ HEYE’
 
Keskîn, axaftina xwe wiha qedand: “Di vê çarçoveyê de em ê bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan bikin û piştre li gorî pêşniyarên wan bernameyekê amade bikin. Dema em li çareseriyên pirsgirêkên bi vî rengî yên navneteweyî dinihêrin, dibînin ku carnan şer carnan jî aştî pêş dikeve. Lê di dawiya dawî de pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser dikin. Hêviya me ji pêvajoya heyî heye. Ji bo veguhere aştiyeke mayinde, em ê tişta ji dest tê bikin.”  
MA / Mujdat Can

Sernavên din

02/08/2025
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî