Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?

img

MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga Mêrsînê de wiha bang li îktîdarê kir: “Birêz Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyan dike lê hûn ji bo çi amadekariyan dikin? Gel, çareseriya we mereq dike.” 

Mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Mêrsînê hat lidarxistin, bi coşeke mezin domiya. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di mitîngê de axivî û gel silav kir. 
 
Keskîn Bayindir, diyar kir ku bi hezaran kes tenê ji bo armancekê hatine gelhev û wiha got: “Em ji bo azadî û aştiyê hatin gelhev. Her kesên li vir evîndarên azadiyê ne, ev qad qada azadiyê ye. Bijî kesên azadîxwaz û aştîxwaz. Berxwedana me ya bi dehan sal piştî gelek zehmetiyan gihişt qonaxeke girîng. Em îro ji her demê bêhtir nêzî çareseriyê ne. Dîktatorên li Rojhilata Navîn yek bi yek diçin û dewlet hildiweşin. Tenê gelê Kurd û têkoşîna wan têk neçûye. Îktîdaran, zaliman xwestin gelê Kurd bêstatu bihêlin, bêziman bihêlin. Lê belê ev îktîdar û zalime yek bi yek çûn û hilweşiyan. Niha hemû dinya qala têkoşîna gelê Kurd û dostên wan dike. Ev têkoşîna têkoşîna Mazluman, têkoşîna heqîqetê ye. Li pêşiya me ji bilî serkeftinê tu rêyên din nînin. Bawer bikin serkeftin nêz e. Em ê bibin xwedî statu û azad bibin.
 
ÇARESERÎ SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E
 
Bi saya qudreta têkoşîna me, îro li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Li Enqereyê dibêjin ‘em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin’ lê xweziyan bi Derbeya Kenan Evren tînin. Her roj derbeyan li gelê Kurd dikin. Li dijî Rojava û çar aliyên Kurdistanê êriş hene lê dibêjin ‘em ê aştiyê bikin.’ Ev dereweke mezin e, ev qad dê bi van derewan nexape û qebûl neke. Li Rojava rejîma Baasê hilweşiya û dinya qala Sûriyeyeke nû dike. Hemû dîktator ji bo Rojava dibêjin ‘gef e’ lê kesên jinan, elewiyan qetil dikin ji bo wan gef nîne. Li Rojava ev 13 sal in hemû gel bêyî rastiyê cihêkariyê bên bi hev re dijîn. Lê ev pergal ji bo wan xetere tê. Rojava gtef nîne, ji bo her kesî hêvî ye. Destên xwe ji ser Rojava bikişînin. Ji bo pêşeroja Sûriyeyê tekane modêl, modêla Rojava ye û ji bilî vê tu rêyên din nînin. Ji bilî Sûriyeyeke demokratîk tu rêyên din nînin. Em li Mêrsînê bang dikin, terka vê zîhniyeta yekperest bikin û hûn çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin. Wezîrê Karên Derve welat bi welat digere û ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd di nava hewldanan de ye. Çawa ku ji qesaban berber çênebin, ji devê misteşarê MÎT’ê jî gotina aştiyê dernakeve. Em bi siyaseta wan a sedan salan baş dizanin, bi sedhezaran ciwan ketin bin axê. Em ê nehêlin ew vê meseleyê îstîsmar ibkin. Em ê her tim li kolanan bin û li ber xwe bidin. Em ê daxwaza xwe ya azadî û aştiyê li her derê belav bikin. 
 
SEKNA ÇARESERIYÊ YA OCALAN LI VÊ QADÊ YE 
 
Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê peyamên girîng hatin dayin. Birêz Ocalan, got; ‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade me, bila mafên gelê Kurd bên naskirin û di destûra bingehîn de bên çareserkirin û ez ji bo vê amade me.’ Got; ‘ji bo bidawîkirina şer amade me.’ Ji bo çareseriyeke demokratîk bar kete ser milê me tevan. Di çarçoveya peyama birêz Ocalan de hewceye em tevek piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ev qad, piştgiriya ji bo vê peyamê ye. Divê îro li vir dengê me bigihije Îmraliyê. Duh li Amedê, îro jî li Mêrsînê. Bila dinya baş li van meydanan binêre. Sekna aştî û çareseriyê ya birêz Ocalan li vê meydanê ye. Çendek rê ceribandin lê armancên wan hasil nebûn û li berxwedana me qelibîn. Em ne ji îktîdaran lê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji bo çareseriyê amadekariya nexşerêyekê dike. Ji bo aştiyeke birûmet amadekariyan dike. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyan dike, em dipirsin, gelo îktîdar ji bo çi amadekariyan dike? Gel; çareseriya we mereq dike. Operasyon, girtin û komkujî didomin. Azîz Koyluoglû hate qetilkirin. Li Tişrîn û gelek cihên din komkujî didomin. Ev komkujî, zîhniyeta îktîdarê nîşan didin. Birêz Ocalan amadekariya çareseriyê û îktîdar jî amadekariya operasyoneke mezin dike. Gelê Kurd û dostên wan dê rê nedin operasyonên we yên şer. Em ê li her derê aştî û îradeya azadiyê birêxistin bikin. Roj roja azadiyê ye. Ev pêvajo ne tenê pêvajoya şopandinê, guhdarîkirin û rûniştinê ye. Dema wê ye ku em rabin ser pêyan û heta azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk tê bimeşin. Serkeftin dê ya me be. Serkeftin, serkeftin, serkeftin.”
 
Mitîng, bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari domiya. 

Sernavên din

30/09/2025
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'