STENBOL- Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Ocalan û got: "Divê ji bo jiyaneke birûmet di rêya ber bi encamekê de gaveke berbiçav bê avêtin."
Parlamentera berê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Huda Kaya bal kişand ser girîngiya bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin fesixkirina PKK'ê û danîna çekan û diyar kir ku şahidiya li vê kêliyê girîng e. Huda Kaya anî ziman ku divê di rêya aştiyê de gaveke şênber bê avêtin û got: "Me yek ji wan kêliyên dîrokî derbas kir. Banga îro ji bo welatê me, gelê me, herêmê û hemû gelên bindest xwedî bandoreke ku wê bi serdeman bidome. Divê êdî di demokratîkbûnê de, di çarçoveya wekhevî û azadîxwaziyê de, ji bo gelê me yê birûmet gaveke berbiçav bê avêtin."
Huda Kayayê da zanîn ku divê mirov bi kesên di şer û pevçûnan de xizmên xwe winda kirine re nefsûqiyasê bike û got: "Di serî de partiyên sereke yên muxalefetê, rêxistinên sivîl, hemû sazî, hemû derdorên cuda divê şahidiya vê kêliya dîrokî ji dest xwe bernedin. Bila careke din agir bi dilê dayikên me nekeve, darbest neyên. Lewma divê ji bo berprisiyariya dîrokî, ji bo aştiyê gav bên avêtin û çi dibe bila bibe divê tim behsa aştiyê bê kirin. Xiyaneta aştiyê tune ye, xerabiya aştiyê tune ye. Divê hemû sazî, partiyên siyasî û derdor bi awayekî kolektîf tevbigerin."
Huda Kayayê got: "Em mecbûr in tovê jiyaneke aştiyane bavêjin. Her ku em gav bavêjin wê ev bangawazî xurttir bibe û bêtir bandora xwe nîşan bide."
MA / Yeşîm Tukel