NAVENDA NÛÇEYAN - Devlet Bahçelî piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şandeya Îmraliyê geriya û kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku wê berpirsiyariya xwe bîne cih.
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, piştî banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Tuncer Bakirhan, Pervîn Bûldan, Sirri Süreyya Onder û Ahmet Turk ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirin, yeko yeko geriya. Bahçelî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku wê berpirsiyariya xwe bîne cih.