DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” cihê xwe bigire hewcehî bi sererastkirinên qanûnî û hiqûqî heye.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, di civîna gel a “Aştî û Civaka Demokratîk” a li Dêrsimê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, di serî de bal kişand ser qirkirina li dijî Elewiyan a li Sûriyeyê û xwest ku her kes li dijî vê qirkirinê dengê xwe derxîne.
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Di banga aştiyê de li şûna çekê demokrasiyê, li şûna nîjadperestiyê civaka demokratîk û li dşîna siyaseta înkarê ya dewletê jî balê dikişîne ser siyaseta demokratîk. Belê, di serdema nû de li pêşiya me pêvajoyeke avakirinê heye. Pêdivî bi demokratîkbûneke ku hemû gel û bawerî bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin, fikrên xwe bi aşkerayî dibêjin heye. Divê em pir xurt xwedî li demokrasiyê derkevin.”
‘DIVÊ DEWLET Û ÎKTÎDAR GAVAN BIAVÊJE’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku ji bo banga Abdullah Ocalan cihê xwe bigire hewceye dewlet û îktîdar gavan biavêje û wiha got: “Dewlet, heke dewlet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd an jî bi gotina wan di mijara ‘aştiya navxweyî’ de bixwaze tiştekî bike, divê ji ewil dev ji siyaseta înkarê berde. Divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî bike. Lewma jî banga birêz Ocalan ji bo wan pîvaneke diyarker e. Aliyekî gotina xwe kiriye û banga dîrokî kir. Vê banga dîrokî, sînorên Tirkiyeyê derbas kir. Lewma jî di serdema nû de divê îktîdar jî dewlet jî û hemû partiyên din ên dibêjin li Meclisê siyasetê dikin jî gotina xwe bikin.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar, got ku li gel çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, divê welatekî demokratîk jî were avakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Banga birêz Ocalan ji bo hemû gelan, hemû partiyên siyasî, derdorên civakî bû. Divê ev pêvajo ji înîsiyatîfa kesekî re, tenê ji îktîdarê re neyê hiştin û em tevek berpirsyartiyên xwe bicih bînin.”
Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya.