ŞIIRNEX - Endamê PM’a DEM Partiyê Ahmet Îstek têkildarî civînên bi gel re yên piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li Botanê hatine destpêkirin axivî û got: “Gel pir baş xwedî li bangê derdikeve. Di nava gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye.”
Civînên bi gel re yên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de hatin destpêkirin, didomin. Civîn, bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tên lidarxistin. Eleqeyeke zêde ya welatiyan ji bo civînan heye.
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê DEM Partiyê Ahmet Îstek ku tev li civînên li Şirnex û navçeyên wê Cizîr û Silopiyayê bû, têkildarî civînan axivî. Îstek, diyar kir ku banga dîrokî ji hêla gel ve bi coş û hêviyeke mezin hatiye pêşwazîkirin û got: “Gel, ev bange bi keyfxweşiyeke mezin pêşwazî kir. Li Cizîrê bi tevlibûna gelek kesan civîn hat lidarxistin. Nîqaşên hatine kirin, pirs û bersivên hatine dayin, wate û girîngiya pêvajoyê rave dikir.”
'BIRYARDARÎ Û HÊVIYEKE MEZIN HEYE’
Îstek, anî ziman ku civînên bi gel re encamgir û watedar in û wiha domand: “Di civînan de derket holê ku banga birêz Ocalan bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin. Di nava gel de hêvî û biryardariyeke mezin ava kiriye. Di mijara xwedîderketina bangê de biryardariyeke mezin heye. Nîqaşê berfireh hatin kirin û tên kirin. Dê xebatên me tenê bi van civînan re bisînor nemînin.”
'EM BI RUHÊ NEWROZÊ XWEDÎ LI BANGÊ DERKEVIN’
Îstek, got ku divê her kes bi ruhê Newrozê xwedî li banga dîrokî derkeve û wiha pê de çû: “Di pêvajoya Newrozê de banga me ya ewil, dê di çarçoveya xwedîderketina li pêvajoyê be. Newroz dê nîşaneya îdia û biryardariya me be. Di vê çarçoveyê de banga tevlibûna Newrozê li xelkê Botanê dikin. Em bang dikin ku bi biryardarî û fedekariyeke mezin xwedî li banga birêz Ocalan derkevin.”
Amîne Yîgît ku tev li civîna gel bûbû jî wiha got: “Dê banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan bi ser keve. Heke Tirkiye bixwaze hebûna xwe bidomîne, divê bi destê hatiye dirêjkirin bigire. Divê xwe demokratîk bike û mafên gelên li vî welatî nas bike. Em piştrast in ku dê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi ser kevin.”