NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jî dewleta tirk di nava 2 rojan de 715 caran êrişî hêzên wan kiriye.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, PKK’ê di 1’ê Adarê de daxuyanî da û agirbest ragihand. Lê belê tevî biryara agirbestê jî dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomîne.
Li gorî nûçeya ANF’ê; Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dewleta tirk di 11 û 12’ê Adarê de êrişî gelek herêman kiriye û bi giştî 715 caran êrişî hêzên wan kiriye.
Hat ragihandin ku ji van êrişan 23 jê bi balafirên şer û helîkopteran hatin kirin. Her wiha hat gotin ku di serî de herêmên Xakurkê, Zap, Garê, Girê Baharê û Metînayê, li dijî gelek herêman 692 êriş bi çekên giran, top û obûsan hatine kirin.