Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan coşa Newrozê didome. Siyasetmedaran banga "Ji bo banga dîrikî gavan bavêje" li desthilatê kir. 

 
Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran dewam dikin. Di pîrozbahiyên ku bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin de, ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama “gavan bavêje" hate dayîn.
 
AMED/BISMIL
 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” pêk hat. Ji bo pîrozbahiya li kêleka Otogara Bismil, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî dest bi herikîna qadê kir. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70'ê salî her kes lê kom bûn, dirûşmeyên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. 
 
Bi sedan kesên ku li qadê kom bûn Newroza xwe bi govendê pîroz kirin.
 
Komîteya Amadekar derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Ozer jî bal kişand ser coşa 8'ê Adarê û pîrozbahiya Newrozê. 
 
Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî Newroza gel pîroz kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedî li derketinê kir. 
 
Di pîrozbahiyê de Koma Dilzar û Hunermend Azad Bedran derketin ser dikê. Welatî bi gerandina govendê Newroza 2025'an bi coşek mezin pîroz kirin. 
 
RIHA/BÊRECÛK
 
 
Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” şahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya ku li Qada Demokrasiyê hat lidarxistin bûn. Gelek kes serê sibê hatin qada Newrozê û dest bi pîrozbahiyê kirin. Dema ku Li gel jin bi kincên xwe yên neteweyî û rengîn ketin qada Newrozê, girseya ciwanan derket pêş. Zarokên ku bi rengên sor, zer û kesk rûyê xwe boyax kirin beşdarî Newrozê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok APO, “Jin jîyan azadî” hatin berzkirin.
 
Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, hevserokên navçeyê yên DEM Partiyê, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû û Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Mahmut Manas, girse silav kirin û banga piştevaniyê ji bo Abdullah Ocalan li gelê Kurd kirin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê  ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got, "Gelê Kurd gelek bedel dan û bû serketî. Gelê Kurd îro bi dostên xwe re dîrokê dinivîsîne. Silav ji kesên ku dîrok nivîsandine re. Niha dema berfirehkirina siyaseta demokratîk e. Eger em îro Newrozê pîroz dikin ev bi saya kesên ku bedena xwe kirin agirê Newrozê ye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi banga di 27'ê Sibatê de agirê yekem ê Newroza vê salê pêxist."
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşma "Bijî Serok Apo di pêşengiya jinan de hat pêxistin û bi stranan pîrozbahî bi dawî bû.
 
RIHA/SERÊKANIYÊ
 
 
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar û Elîh Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Serêkaniyê Dîlan Ablay Saldanli û Ugur Kahraman, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê beşdarî pîrozbahiya li Parka Fîdanê ya li navenda navçeya hat lidarxistin bûn.
 
Derdora park bi alên partiyê yên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Bi sedan kes li ber stranên kurdî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Pîrozbahî bi silavkirina gel a DBP û DEM Partiyê û Hevserokê Bajêr a DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî dest pê kir.
 
Pankarta "Tu kulîlka biharê yî" ya li ser wêneyê Kemal Korkut ê li Amedê hat qetilkirin, li ser dikê hatin daliqandin. Meclisa Ciwanên Serêkaniyê ya DEM Partiyê pankartên "Azadiya fizîkî ya Rêbertiyê, azadiya Rojhilata Navîn e", "Roj ê li Îmraliyê Rojhilata Navîn ronî dike" û "Em ji bo Civaka Demokratîk amade ne, me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser kevin" vekirin. 
 
Parlamenter Ferît Şenyaşar, xitabî gel kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Newroza 2025'an dê bibe Newroza Aştî û Civaka Demokratîk." 
 
Parlamenter Zeynep Oduncu jî, daxuyand ku Gelê Kud xwedî li bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û dê heta pêkanîna aştiyê berxwedana xwe bidomînin, dê aştiyê bînin. 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Dû re jî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN/DÊRIK
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Newroz bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya ku bi sedan kes lê amade bûn, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikî qadê. Li qada Newrozê dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Jin û ciwan bi alên zer, sor û kesk ketin qadê û bi coşeke mezin govend gerandin.
 
Parlamentera  DEM Partiyê Salîha Aydenîz ku dest bi axaftinê kir Newroza hemû kesî pîroz kir û got, "Silav li berxwedêrên Dêrikê! Silav li dayikan, ciwanan, jinan! Ger em îro li vê qadê Newrozê pîroz dikin, bi saya vîna we ya berxwedêr e. Ez hezar carî spasiya we hemûyan dikim. Newroz azadî ye, aştî, li çiyayên me , ji gelê me yê demokratîk re azadiyê dixwazim. Dayikên ku têdikoşin. Azadî nêz e.  Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve diçin." 
 
Çalakî bi stranan hat bi dawî bû.
 
MIDYAD
 
Li Mîdyada Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li qada mîtîngê ya bajêr hate lidarxistin.
 
Welatiyên ku di ketina qadê de li hev kom bûn, bi defê re demeke dirêj govend gerandin. Gelek kes tevî zarokên xwe bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Polîsan kesên ku şalên kesk, sor û zer li xwe kiribûn rawestandin. Piştî nîqaşa Komîteya Amadekar destûr ji şalan re hat dayîn.
 
Tevî Suryaniyan, ereb, xiristiyan û êzidî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di Newrozê de stranên kurdî, erebî û suryanî hatin gotin.
 
Tevlîbûna jin û ciwanan bal kişand. Ji qadê gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, ciwanan dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Agirê Newrozê bi dirûşmeyan hat pêxistin.
 
Parlamenterê Partiya DEM’ê George Aslan bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi Suryanî berdewam kir. George Aslan bertek nîşanî êrişên li Sûriyeyê yên li dijî elewiyan da. George Aslan, anî ziman ku hemû gelên li Sûriyeyê di bin xeteriyê de ne û modela Rêveberiya Xweser ji bo gelan çareserî ye.
 
Hevseroka Parêzgeha DEM'ê Nîlûfer Elîk Yilmaz diyar kir ku ji salên 1990'î û vir ve berdêlên mezin ji bo Newrozê tê dayîn û got, "Em ê têkoşîna xwe bidomînin û bîranînên wê biparêzin."
 
Endamê PM'ê yê DEM PartiyêYuksel Mutlu jî diyar kir, "Birêz Ocalan gavek avêt. Niha jî dor e ku gavên qanûnî bavêje."
 
Pîrozbahî bi derketina hunermendan li ser dikê bi dawî bû.
 
ŞIRNEX/QILEBAN
 
Li Qilebana Şirnexê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê  Newroza Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar, parlamenter û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
Jin bi cilên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşma “Bijî serok Apo” û "Newroz Pîroz be” berz kirin. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê destpê kir. 
 
Heserokê DEM Partiyê ya Qilebanê Abdullah Gun axivî û bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û banga xwedî li derketinê kir. 
 
Parlaenter Ayşegul Dogan jî bal kişand ser berxwedana bi salan a Gelê Kurd û got: "Divê em tifaqa xwe ava bikin, bibin yek û jiyana ku em dixwazin ava bikin ji her kesî re vebêjin. Ev hevdîtin û serdana şanda Îmraliyê bo Îmraliyê pêwîst in û pêwîste em hemû piştevaniya wan bikin. Ger em qels bin, bi hestyarî nêz bibin û hembêz nekin, em ê vê firsendê ji dest bidin û careke din ev derfet neyê. Qonaxa ku em gihiştine qonaxa aştî, serkeftin û serketinê ye. Ev qonaxeke ku her kes di nava civakeke demokratîk de bijî ye. Divê her kes berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe. Li vir em careke din peyama xwe nû dikin, em ê vî barî bi hev re hilgirin ser milên xwe, em dizanin ku aştî ne hêsan e, lê em dizanin ku tu hêz ji hêza gel mezintir nîne." 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê di bin dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pêxistin. 
 
Newroza 2025'an li Qilebanê bi gerandina govendê qediya. 
 
ELKÊ
 
Li Elkê li Qada Aştî û Demokrasiyê pîrozbahî hat lidarxistin. Parlamenter, siyasetmedar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi cilên xwe yên kurdewarî beşdar bûn. 
 
Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez, di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmediya Newrozê û got: "Ew ê her tim agirê Newrozê geş bihêle da ku aştî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser bikeve. Ji ber ku wateya agirê Newrozê bihar e, destpêkek nû ye. Em bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan Newroza 2025’an pîroz dikin. Em banga bi hezaran caran silav dikin. Banga ku hatiye kirin dîrokî ye, guncav sedsalê ye û banga azadiya Kurdan e."
 
Piştî axaftinan dayik agirê Newrozê pêxistin. Welatî li ber stranên Koma Zagros govend gerand û newroza xwe pîroz kirin. 

Sernavên din

16:43 Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin
16:25 Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan!
16:21 DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir
15:21 Xizmên windayan: Divê dewlet lêborînê bixwaze
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje - HATE NÛKIRIN
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
15:16 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
15:05 Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
14:17 TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
14:06 MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
13:55 Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
13:33 Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
13:20 HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
13:10 ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin
13:09 Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
12:55 Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
12:44 Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe
12:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi girseyî hat oxirkirin
12:04 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
11:15 Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
09:48 Bi ser qedexeya Şirnexê re 9 sal derbas bûn: Hêj jî birîn nehatine dermankirin
09:47 Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe
09:38 Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê
09:27 Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’
09:27 Cemîl Bayik: Ji bo kongre bicive divê şert û merc ava bibin
09:01 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Demîr: Pêşî divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
13/03/2025
17:11 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:26 Li Îzmîrê agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hat vêxistin
16:12 Platforma DGD’ê: Ji bo çareseriyê em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin
16:08 Di Newroza Xelfetiyê de tekane daxwazek hebû: Bila Ocalan azad bibe
16:02 Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin
15:44 Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin
15:33 DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê
15:30 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya EMEP’ê re hevdîtin kir
15:15 Rapora girtîgehan: Binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin
15:03 Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?
14:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin
13:25 Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran
13:20 Wezareta Parastinê têkildarî ‘peymana Sûriyeyê’ daxuyanî da
13:19 SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin
12:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:57 Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be
11:49 Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
10:55 Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin
10:49 Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî
10:09 Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin
09:41 Serokê ABF'ê Aslan: Li Sûriyeyê elewî tên qirkirin
09:40 Piştî qeyûm hate tayînkirin pere hate şandin
09:30 Li Botanê civînên gel: Di nav gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye
09:19 Yamanê ku li Romayê 3 mehan bi Ocalan re ma: Rêbertî digoti 'dovê em xwe nû bikin'
09:06 Bav Acar ê ku du keçên wî jiyana xwe ji dest dane: Min êşa du zarokan kişand, bila kesên din nekişînin
09:05 ‘Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin û têkoşînê geş bikin'
09:04 Qeyûm ji bo fîlmî bi deh hezaran lîre veqetand lê fîlm li holê nîne!
09:04 Sal bi sal dirûşmên Newrozê
09:03 Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
15:21 Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan