Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê heta niha hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an. 

Wezareta Karên Hundir duh Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Navçeya Beylîkduzuyê Mehmet Mûrat Çalik ji peywirê dûr xist. Di heman demê de li Şaredariya Şîşliyê qeyûm tayînnkir. Bi biryara dawî re hejmara şaredariyên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an heta niha qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an. 
 
Wezaretê di 3’yê Hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm tayîn kir. Bi biryara qeyûm re Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hate girtin û di 5’ê Hezîranê de 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. 
 
Şaredarê Esenyurta Stenbolê yê CHP’î Ahmet Ozer ku bi modela “Lihevkirina Bajar” hatibû hilbijartin, di 30’ê Cotmeha 2024’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û hate girtin. Di 31’ê Cotmehê de jî Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm li şûna Ozer hate tayînkirin. 
 
Di 4’ê Mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm hatin tayînkirin. 
 
Di 22’yê Mijdarê de li Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyî û Şaredariya Pulurê ya CHP’î qeyûm hatin tayînkirin. Di 20’ê Mijdarê de li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û ev weke hinceta qeyûm hate nîşandan. 
 
Hevşaredarê Miksê ya Wanê Ayvaz Hazir di 29’ê Mijdarê de ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Bi hinceta ku Hazir di sala 2015’an de dema li beşa çapemeniyê dixebitî daxuyaniyek şopandiye 3 sal û 11 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û der heqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatiye vekirin, li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. 
 
LI ŞAREDARIYA AKDENÎZÊ QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN 
 
Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Nûriye Arslan û Hoşyşar Sariyildiz di 10’ê Çileyê de hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Di 14’ê Çileyê de jî li şûna wan qeyûm hate tayînkirin. 
 
Di dema rojnamegeriyê de der heqê Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin û di 28’ê Çileyê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Wezareta Karên Hundir di 29’3e Çileyê de qeyûm li şaredariyê tayîn kir. 
 
Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” dihat darizandin, di 11’ê Sibatê de jinûve hate lidarxistin û 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Zeydan hate birîn. Di 15’ê Sibatê de jî li şaredariyê qeyûm hate tayînkirin. 
 
Di 24’ê Sibatê de li Şaredaria Qaxizman a Sêrtê qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredar Mehmet Alkan di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” haet darizandin û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Bi hinceta vê cezayê jî qeyûm hate tayînkirin. 
 
Wezaretê, duh jî li Şaredariya Şîşliyê ya CHP’î qeyûm tayîn kir. 
 
ŞAREDARÊN JI PEYWIRÊ HATINE DÛRXISTIN 
 
Li gel tayînkirina qeyûman, li hêla din heta niha gelek şaerdar û şaredar jî ji peywirê hatine dûrxistin û li şûna wan serokwekîl hatine tayînkirin. Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat di 17’ê Çileyê de bi îdiayên “endamtiya rêxistina sûc”, “di îhaleyê de hîle kiriye” û “bi neheqî mal û milk bi dest xistiye” ji peywirê hate dûrxistin. 
 
Şaredarê Beykozê Alaattîn Kose ku hate girtin jî di 4’ê Adarê de ji peywirê hate dûrxistin. Her wiha duh jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Beylûkduzuyê Mûrat Çalik ji peywirê hatin dûrxistin. 
 
Ji bo şaredariyên Beşîktaş û Beykozê serokwekîlên nû hatin hilbijartin û sibe jî dê ji bo ÎBB û Beylîkduzuyê hilbijartina serokwekîlan bê kirin. 
 

Sernavên din

26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin - HATE NÛKIRIN
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket