ÎZMİR - Li Îzmîrê ji kesên tevlî protestokirina li dijî girtina "Ekrem Îmamoglû" bûn 10 kes hatin girtin.
Çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû didomin. Li Îzmîrê ji 54 kesên hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin.
Navê kesên hatin girtin wiha ye: Emre Sarikaya, Yusuf Metîn Karakaya, Selda Salman, Mert Gokdeniz, Diyar Findik, Serdar Akturk, Cemal Kara, Hasîp Erkan Gokber, Birkan Polat, Oguzhan Salman.
Her wiha li omidûriyeta polîsan lêpirsîna gelek kesên bi heman hincetê hatin binçavkirin didome.
ANTALYA
Li Antalyayê Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Antalyayê Enes Keskîn û 9 endamên partiyê ku di 22'yê adarê de li Antalyayê hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan" hatin girtin.