NAVENDA NÛÇEYAN - Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de bi îdiaya “zirar daye malê cemaweriyê” lêpirsîn hate destpêkirin.
Walîtiya Enqereyê bi îdiaya “Zirar daye malê cemaweriyê” der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn da destpêkirin. Şaredariyê têkildarî lêpirsînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku mifetîşan demek berê têkildarî hinek çalakiyên çandî û hunerî yên di navbera salên 2021-2024’an de ji hêla şaredariyê ve hatine lidarxistin, lêkolîn dikirin.
Hat gotin ku lêkolîna ji hêla mifetîşan ve der heqê 130 konseran de hatiye destpêkirin temam bûye û wiha hate gotin: “Di encama lêkolînê de ji bo 97 konseran tu bêusûlî nehatin tespîtkirin û der heqê van çalakiyan de destûra lêpirsînê nehatiye dayin. Lê belê ji bo 33 konseran jî bi îdiaya ku zirar gihandiye malê cemaweriyê destûra lêpirsînê hatiye dayin. Dixwazin bi taybet bibêjin ku ev çalakî di demên berê de di bin venêrîna rûtîn a Dîwana Çavdêriya Darayî de û di teftîşên rûtîn ên Wezareta Karên Hundir bi hûr û kûr hatiye lêkolînkirin û rastî tu hêmayên neyînî nehatine. 9 xebatkarên şaredariyê ku bûne mijara biryarê û der heqê wan de lêkolîn hatiye kirine, mafên xwe yên hiqûqî bi kar anîn û li Dadgeha Îdarayê ya Herêmê dê îtîrazê bikin.”