STENBOL - Di doza “Operasyona Vegerandina li Jiyanê” de dozgerî xwest 194 leşker bi sûcê “Kuştina bi qesdî” bên cezakirin.
Doza têkildarî qetilkirina 30 girtiyan ku îktîdara demê navê “Operasyona Vegerandina li Jiyanê” lê kiribû, berdewam e. Di 19’ê Kanûna 2000’ê de li Stenbolê li dijî Girtîgeha Bayrampaşayê operasyon hate kirin û 12 girtî hatin qetilkirin. Têkildarî komkujiyê, 194 leşker tên darizandin. Danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê hat lidarxistin. Dozgeriyê, mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Dozgeriyê, di mutalaaya xwe de cih da raporan, îfadeyên şahidan û delîlên din û xwest ku tevahiya bersûcan ji sûcê “Kuştina biqesdî” bên cezakirin.
Parêzerên bersûcan, ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin. Dadgehê jî daxwaz qebûl kir û danişîna dozê taloqî 30’ê hezîranê kir.