NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê, bîlançoya binpêkirinên di nava 5 rojan de di mijara azadiya çapemenî û xweîfadekirinê de hatine kirin, parve kir.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bîlançoya binpêkirinên di nava 5 rojan de di mijara azadiya çapemenî û xweîfadekirinê de hatine kirin, parve kir. DFG’ê, bal kişand ser çalakiyên ji ber girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû tên lidarxistin û got ku di çalakiyan de rojnameger hedef hatine girtin. DFG’ê bi bîr xist ku Serokê RTUK’ê Ebubekir Şahîn li kanalên ku çalakî zindî didan gefa “betalkirina lîsansê û dayina cezayan” xwariye.
DFG’ê got ku di çalakiyan de 13 rojnameger birîndar bûne, ji 19’ê Adarê ve di serdegirtinên malan de 12 rojnameger hatin binçavkirin û li yekî cezayê hefsê hatiye birîn. Her wiha DFG’ê got ku li dijî hesabên medyaya dijîtal jî sansûreke zêde hate kirin û rêxistinên jinan û hiqûqê jî di nav de 190 hesabên X’ê hatine astengkirin.
DFG’ê navên rojnamegerên îro di danê sibehê de hatine binçavkirin wiha rêz kir:
* Alî Onur Tosun – Nûçegihanê NOW’ê
* Bulent Kiliç - Nûçegihanê wêneyan
* Zeynep Kuray - Rojnameger
* Yasîn Akgul - Nûçegihanê AFP’ê
* Hayrî Tunç - Rojnameger
* Kurtuluş Ari - Nûçegihanê wêneyan ê ÎBB’ê
* Zîşan Gur - Nûçegihana Sendîka.org’ê
* Bariş Înce - Nivîskarê BîrGunê
* Mûrat Kocabaş - Nûçegihanê wêneyan
* Mûrat Şengul - Nûçegihanê wêneyan ê AA’yê
Gökhan Kam -
Yên di 19’ê Adarê de hatine binçavkirin
Îsmaîl Saymaz - Rojnameger
Yên dema nûçe çêdirin rastî êrişê hatin
* Hakan Akgun - Nûçegihanê AA’yê
*Yasîn Akgul - Nûçegihanê AFP’ê
* Dîlara Şenkaya - Nûçegihana Reutersê
* Alî Dînç - Nûçegihanê Bîanetê
* Eylul Denîz Yaşar - Nûçegihana Îlke TV’yê
* Kemal Aslan - Nûçegihanê wêneyan ê serbest dixebite
* Serkan Okur - Nûçegihanê Aktî TV’yê
* Rojda Altintaş - Rojnamegera serbixwe
* Yûsûf Çelîk - Nûçegihanê Ozgur Gelecekê
* Egemen Îsar - Nûçegihanê Rojnameya Nefesê
* Ebrû Çelîk - Nûçegihana BîrGunê
* Denîz Gungor - Xebatkarê BîrGunê
* Tansel Can – Televîzyona Nûçeyan a Rûs (RT)”
190 HESAB HATIN ASTENGKIRIN
DFG’ê da zanîn ku piranî jê rêxistinên jinan, xwendekaran, rêxistinên çepgir û rojnamegeran, 190 hesabên platforma medyaya dijîtal X’ê hatin astengkirin.
DFG’ê diyar kir ku di 19’ê Adara 2025’an li seranserî Stenbolê banda înternetê hate tengkirin û 42 saet şûnde di 21’ê Adarê saet di 01.00’ê de bi dawî bû. Hat gotin ku di 42 saetan de welatiyên li Stenbolê nekarîn platformên weke X, YouTube, Instagram, Facebook, TikTok, Twitch, Telegram, Signal û WhatsAppê bi kar bînin.
SERDEGIRTINÊN MALAN
DFG’ê got ku di 24’ê Adarê de polîsan bi ser Navenda Giştî ya DÎSK Basin Îşê de hate girtin.