STENBOL - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li girtîgehê bi parêzer Huseyîn Ersoz re hevdîtin kir û got: “Bila her kes bizane ku em baş in û emanetî miletê xwe ne.”
Parêzer Huseyîn Ersoz bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê Mahîr Polat û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer re li girtîgehê hevdîtin kir.
Ersoz, piştî hevdîtinê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Ji bo serdana Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, li Sîlîvriyê bûm. Min bi Şaredarê me yê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê Mahîr Polat û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer re hevdîtin kir. Tevek jî baş bûn. Serok Ekrem û Serok Emrah ev peyam şandin; ‘Bila her kes bizane ku em baş in û emanetî miletê xwe ne.’”