STENBOL - Komîsyona li Dijî Nîjadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD’ê ji ber gotinên nîjadperest ên Mansur Yavaş, xwest doz lê were vekirin.
Komîsyona li Dijî Nîjadperestî û Cihêkariyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ku li Saraçhaneyê di axaftina xwe de gotinên nîjadperest û cihêkar li dijî gelê Kurd kiribû, li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kir.
ÎHD’ê di serlêdana xwe de got ku Yavaş bi gotina “Kincir”ê re sembolên ji bo gelê Kurd biqîmet biçûk xistiye, heqaret kiriye û bi van gotinan “sûcê neftretê” kiriye. ÎHD’ê da zanîn ku nefte û cihêkarî li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî qedexe ye û Yavaş ev maf binpê kiriye. ÎHD’ê xwest ku der heqê Mansur Yavaş de ji ber sûcên “nefret, cihêkarî, sorkirina kîn û dijminatiyê û biçûkxistinê” lêpirsîn were destpêkirin û doz lê wer vekirin.