* Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz diyar kir ku banga Abdullah Ocalan firsendeke sedsalî ye û got: “Heke ev pêngav bi ser keve dê tu kes winda neke.”
* "Mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan ku 154 roj berê Devlet Bahçelî li Meclisê anîbû rojevê, tevî biryara "binpêkirinêl" a 11 sal berê ya DMME'yê jî nayê bicihanîn.
* Jinên TJA, DBP û DEM Partiyî diyar kirin ku ji bo endamên çeteya fuhûşê ya ku 3 çawîşê pispor û efserek jî di nav de ji 25 kesan pêkhatî cezayên herî giran wergirin dê bitêkoşin û banga tevlîbûna danişîna dozê ya ku wê sibê bê lidarxistin kir.
* Serokê Komeleya 10'ê Cotmehê Huseyîn Kocabiyik diyar kir ku tevgera kurd bi banga Abdullah Ocalan erka xwe pêk aniye, lê desthilat şerxwaz e û got: "Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne."
* Ji bo rojnamegerên binçavkirî dê li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî bê dayin. (10.00)
* Danişîna ewil a doza Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag ku girtî tê darizandin dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)
* Li Kirşehîrê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00)
* Karkerên Şaredariya Dêrsimê yên ji kar hatine derxistin dê li ser Sûka Binerd daxuyaniyê bidin. (12.30)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê dê tundiya polîsan a di protestoyên Ekrem Îmamoglû de protesto bikin. (12.30)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Meclisê di civîna koma partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ
* TJA dê li dijî êrişên zayendî û tundiyê yên li ser jin û zarokan li Şirnexê meşê li dar bixe. (13.00)