NAVENDA NÛÇEYAN - Wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê dema li Amedê di Tapu Kadastroyê de dixebitî cara ewil hate weşandin.
Dokûmantera “Vejîna Kurd” ku ji aliyê Komuna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan Tara ve hate amadekirin û beriya bi demeke kurt li Stêrk TV û Medya Haber TV’yê de hate weşandin, beşa xwe ya sêyemîn bi navê “Lêgerîn” da nasandin. Di danasînê de wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin ku dema li Tapû Kadastro ya li Amedê dixebitî hatibû kişandin. Di dokûmanterê de wê qala çîroka wêne bê kirin.
Di beşa 3'yemîn de belge û agahiyên balkêş hene. Di vê beşê de salên dibistanê yen Abdullah Ocalan, lêgerînên wî, serhildana wî ya destpêkê ya li hemberî malbatê, rêwîtiya ber bi bajêr ve, li Enqereyê dema li Lîseya Tapû Kadastro, naskirina sosyalızmê, piştre jî jiyana karmendiyê ya li Amedê, naskirina rastiya Kurdistanê tê nîşandan.
Di vê beşê de li gel hin dîmenên ku yekemcar têne weşandin, her wiha mamosteyê dibistana seretayî ya Abdullah Ocalan, hevalên wî yên li dibistan û mizgeftê, hevalên wî yê kar ên dema karmendiyê, hin kesên ku li Enqereyê di dema Lîseyê de bi hev re dixwend û li wargeha dibistanê diman, têne weşandin.
Di beşên bê yên dokûmantera Komûna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan TARA de ku di encama karekî ji 8 salan de hate amadekirin, wê têkoşîna nîv sed salî ya gelê Kurd bi agahî û belgeyên balkêş raxe ber çavan.
Beşa 3'yemîn a Dokûmantera Vejîna Kurd êvara Çarşemê bi Kurdî li Stêrk TV, êvara Înê jî bi Tirkî li Medya Haber TV wê were weşandin.