STENBOL - Bijîşkên endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û gotin: "Di warê norolojîk de refleksên mêjiyê nexweşê me kêm bûye û werimîna mêjî berdewam dike."
Bijîşkên Serokwekîlê Parlamentoyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya navçeya Şişlî ya Stenbolê ku tedawî didome daxuyanî dan.
Rektorê Nexweşxaneyên Florence Nightigale yê ji Pêvajoyên Tibê berpirsyar Prof. Dr. Çavlan Çîftçî diyar kir ku tabloya norolojîk gav bi gav ber bi xirabûnê ve diçe û wiha got: "Ji bo vê yekê em gihîştin nuqteyeke din a şikandinê. Di warê norolojîk de refleksên mêjiyê nexweşê me kêm bûye û werimîna mêjî berdewam dike. Ev hemû tespît nîşan didin ku rewşa wî ya xetereya jiyanî zêde dibe. Lê belê em ê bi sebir hemû tedawiya xwe bidomînin û bi sebir li bendê bimînin."
XALA ŞIKESTINÊ ÇI YE?
Prof. Dr. Yasef Ozsarfatî bersiv da pirsên rojnamevanan û wiha got: "Xala şikestinê ev e: dema ku pirsgirêkên di sîstema dil de beriya niha li pêş bûn, di dema dawî de pirsgirêka norolojî derketin pêş. Ji bo wî, xala şikestinê ya ku jê ra tê gotin, xirabûna rewşa norolojîk a gav bi gav e. Hem refleksên di lêkolînan da hêdî hêdî kêm dibin û encamên di qeydan da hinek bêbersiv in. Em dizanin ku xirabûna li nexweş, tevlêbûneke mejî ye ku bi peydakirina hewayê ya kêm a mêjî teşe digire. Girêdayî vî tabloyî mêjiyê nexweş werimiye. Mejî werimiye. Pir zehmet e ku mirov bibêje rewş baştir dibe. Di vê demê de ti nîşaneyên mirina mejî nînin. Di muayeneyan de tiştekî wiha tune ye."
'PÊŞKETIN DEWAM NEKIR'
Prof. Dr. Ertan Sagbaş jî wiha got: "Di destpêkê de lêdana dilê wî baştir bû. Pêşdeçûn berdewam nekir. Lê belê, eger em niha desteka dengvedana dil qut bikin, ne di astekê de ye ku xwînê belav bikin. Ji ber ku pêşketina dil di astekê de ma. Mînak, wêneyê norolojîk bandor li pişikan kir û pişik verimîn. Hefteya borî me xwîn jê diçû. Ev jî du sê rojan hatibû rawestandin. Gelek organ bi rengekî hevdu eleqedar dikin. Ji ber ku bi hev ve girêdayî ne. Lê dengvedan şûna pişik û dil e. Ji ber vê yekê niha di gera xwînê de pirsgirêk nîne. Em nikarin li ser nexweş tiştekî bêjin, ne norolojîk ne jî dil. Em li daneyên demildest dinêrin û tedawiya wan organîze dikin. Heta niha enfeksiyon tune ye. Em antîbiyotîkan diguherînin, em yekser li gorî rewşê helwestê nîşan didin. Ji ber vê yekê, em tedawiya xwe didomînin. Ev 8 roj in ku me dermanên razandinê nedane. Ji ber vê yekê em li bendê ne. Ji ber vê yekê em hewl didin mucîzeyekê pêk bînin."