NAVENDA NÛÇEYAN - Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê û endamê lijneyê rêveber ê baroyê Firat Epozdemîr û Ekrem Îmamoglû ziyaret kir. Baroyê, diyar kir ku mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin.
Şandeya ku Serokê Baroya Stenbolê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû û endamên rêveberiya baroyê tê de cih digirt, çûn serdana Girtîgeha Marmarayê ya li Sîlîvriyê. Di serdanê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr û gelek kes hatin ziyaretkirin.
Kaboglû, piştî serdanê daxuyanî da û got ku parêzer, rojnameger, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hilbijartî û hwd. bi awayekî neheq ji azadiya xwe bêpar hatine hiştine û got ku mafê wan ê darizandina adilane hatiye binpêkirin.
'DI DOSYAYA EPOZDEMÎR DE DELÎL HATIN TUNEKIRIN’
Kaboglû, bal kişand ser rêzedozên der heqê Baroya Stenbolê de hatine vekirin û got: “Ji bo avakirina hinceta van dozan jî parêzer Firat Epozdemîr hate girtin. Nabe ku kesek bêyî sedemek hebe yek saniyeyê jî girtî bimîne. Ji kêliya hate binçavkirin heta girtinê, her tim destûra bingehîn hate binpêkirin. Tespîtkirina delîlên dijîtal hatin taloqkirin. Piştî girtina wî delîl hatin lêkolînkirin lê di dosyayê de delîl hatine tunekirin, hatine texrîbkirin. Anku sextekarî hatiye kirin. Ev cihê xemgîniyê ye.”
'BILA BÊN BERDAN’
Kaboglû, wiha domand: “Hazir em hatibûn serdana Firat Epozdemîr, em çûn serdana Ekrem Îmamoglû û parêzerên endamên Baroya Stenbolê jî. Daxwaza me ew e ku li gorî mafê darizandina adilane tevbigerin û hemû welatiyên me yên bi awayekî neheq li vir tên ragirtin, tavilê bên berdan.”