NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn di serdana cejnê de bi biraziyên xwe yen zarok re hevdîtin pêk anî.
Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi munasebeta Cejna Qurbanê hevdîtina malbatan pêk hat. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên dîtir Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey, di çerçoveya destûra Cejna Qurbanê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.
Duh Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî, Omer Ocalan, Alî Ocalan û cara yekemîn du zarok beşdarê hevdîtinê bûn. Ji roja Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an û vir de cara ewil e ku Abdullah Ocalan bi zarokan re hevdîtinê pêk tîne.