WAN - Polîsan dema Îslam Kaya birin girtîgehê bi qûndaxa çekê êrîşî wî kir û bû sedema xwînsariya mejî û hat îdîakirin ku dema leşkeran li serê wî nobet digirt li nexweşxaneyê xwe întîxar kiriye. Hemû lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi encam bûn. Hevsera wî Meryem Kaya 6 sal in li kujerê hevserê xwe digere.
Di sala 2019'an de Îslam Kaya û hevjîna xwe ji navçeya Elbak ya Wanê dihatin navenda bajar û li nêzî gundê Kurubaş hat binçavkirin. Piştî binçavkirinê ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Heta 16'ê Tebaxê ku biryara girtina wî hat dayîn, ti pirsgirêka Kaya ya tenduristiyê tinebû. Tê îdîakirin ku dema ew birine Girtîgeha Tîpa M a Wanê ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin. Di qeydên polîsan de bûyer weke 'dema wesayît diçû xwe ji wesayîtê avêtiye' hat nîşandan. Kaya ji ber ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ji ber gazinên xwînrijiya mejî derbas kir sewqî Navenda Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat kirin. Hat îdîakirin ku Kaya yê ku di bin çavdêriya leşkeran de bû û li gorî qeydan her du mil jî bi ranzayê hatiye kelepçekirin û bi avêtina ji pencereya odeyê ya nexweşxaneyê xwe kuştiye. Di beşa tespîtkirinê ya rapora teşhîsê ya têkildarî mirina Îslam Kaya ya di 27'ê Tebaxa 2019'an de wiha hat gotin: "Birîndarbûn û êrîş an jî tesîra kesekî din birîndarbûn."
Hemû serlêdanên li ser mirina Îslam Kaya, bi bêcezahiştinê bi encam bû. Gilînameyên parêzerê malbata Kaya yên li ser sûcên "teşwîqkirina kesekî ji bo xwekuştinê", "alîkariya ji bo întixarê", "bi nelirêtiyê re bûye sedema mirinê" û "kuştina bi zanebûn" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve bi "bê darizandin" bi encam bû. Her wiha dozên ku dixwestin der barê Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir û Fermandariya Giştî ya Cendermeyan a li Dadgeha Îdarî de bên vekirin jî hatin redkirin.
Hevjîna Îslam Kaya ya ji bo teşxîskirina kujerê xwe têdikoşe Meryem Kaya nerazîbûn nîşanî biryarên neşopandinê da û diyar kir ku hevjînê wê hatiye kuştin
'BI DERBA POLÎSAN XWÎN ÇÛ SER MÊJÎ'
Meryem Kaya anî ziman ku bi derba polîsan xwîn çûye ser mêjiyê hevjînê wê û wiha axivî: "Em li gundê Elbakê dijiyan. Di 15'ê Tebaşa 2015'an de me berê xwe da Wanê. Li ser îxbarekê li nêzî gundê Kurubaşê ji aliyê polîsan hat binçavkirin. 2 rojan li qereqolê ragirtin piştre birin dadgehê û hat girtin. Piştî hevjînê min hat girtin ez jî çûm gund da ku kincên wî bînim û biçim hevdîtinê. Biraziyê hevjînê min, li min geriya û got xwîn çûye ser mêjî. Dema min ew li salona dadgehê dît tişte wî tunebû. Polîs dema dibin girtîgehê di rê de îşkence lê dikin û xwîn diçe ser mêjiyê hevjînê min. Bi qûndaxa çekê li serê wî xistine, dema teslîmî girtîgehê kirine ketiye erdê û cendirmeyan ew rakirine nexweşxaneyê. Ez jî çûm nexweşxaneyê û dema li nexweşxaneyê bû min du caran dît. Çend rojan li nexweşxaneyê ma û piştî ku hat ser hişê xwe ew birin odeya servîsê. Li odeya lê dima 6 leşker hebûn û li ber derî jî 2 nobedar hebûn."
'NEHIŞTIN NOTER BIKEVE HUNDIR'
Meryem Kaya diyar kir ku kujerê hevjînê wê kesê ku xwe wek midûrê girtîgehê daye nasîn e û wiha got: "Dema ez bi hevjînê xwe re axivîm, min pirsî 'çi bi te hat?' Bersiv da û got, 'Polîsên ku ez birin girtîgehê bi saetan li wesayîtê bi qûndaxa çekê li serê min dan'. Me ji bo wî parêzerek girt û me xwest noter bibin cem hevjînê min da ku wekaletê bide parêzer, lê sivîlek hebû, ku min berê qet nedîtibû, nehişt noter bikeve hundir û ew şand. Min ji leşkeran ra got ku ez dixwazim çend deqîqeyan bi hevjînê xwe ra biaxivim. Ji min re gotin ku hevserê min li serşokê ye. Min ji odeyê derxistin; Kesek li korîdora nexweşxaneyê geriya û bi leşkerekî re sohbet dikir. Ew kes hat cem min û jê pirsî , 'xaltî tu li vir çi dikî?' Min jê re got ku ez hevjînê kesê nexweş im. Wî kesî ji min re got, 'Vê derê biterikînin, em bi nexweş re ne, pêwîstî bi we nîne' û xwe weke midûrê girtîgehê da naskirin. Min xwe rehet hîs kir û ez û kurê xwe em çûn malê."
'BI PASPASÊ XWÎN PAQIJ DIKIRIN'
Meryem Kaya da zanîn ku serê sibê agahiya mirina hevserê wê dane û wiha got: "Saet 03:00 şev di çavdêriya 6 leşkeran de, kesek bi herdu destên xwe li ranzaya nexweşxaneyê hatibe kelepçekirin çawa dibe ku întîxar bike? Bûyer saet 03:00'an de pêk tê lê saet 07:00'an de agahî dan me. Em çûn nexweşxaneyê, çûm odeya hevjînê min lê dihat ragirtin lê ode vala bû. Bijîşk, hemşîre tu kes tunebû. Min deriyê odeyê xist lê derî nehat vekirin. Cara duyemîn min derî xist û min dît ku bi firçeyê xwîna li erdê paqij dikin. Leşkeran xwîna hevjînê min paqij dikirin û çawa ku wan ez dîtim derî girtin."
'KUJERÊ HEVSERÊ XWE DIGERIM'
Meryem Kaya diyar kir ku bi salan e li kujerê hevserê xwe digere û got, "Ez daxwaza edaletê dikim. Qeydên kamerayê tune ne. Li nexweşxaneyeke ew çend mezin a dewletê çawa kamera nabe? Tekane daxwaza min ew e ku ez bizanibim bê ka kê di saetên sibehê de ketiye odeya hevserê min û kê hevserê min kuştiye. Destûr nedan ku em tevlî otopsiya hevjînê min bibin. Rapora otopsiyê ya derketî nedan me. Hevserê min kesekî ku ji jiyanê hez dikir û ji jiyana xwe hez dikir bû. Întixar nekir; hat qetilkirin."
MA / Bîlal Babat - Ozlem Yacan