STENBOL - Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê îktîdar sererastkirinên hiqûqî û îdarî bike. Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû jî ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir.
Di konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” ya Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê de piştî axaftinê destpêkê, peyamên ji konferansê re hatine şandin hatin xwendin. Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû, Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku girtî ye û Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) peyam şandin. Alî Babacan, di peyama xwe de got: “Yek ji barên herî giran ê welatê me ji berê heta niha pirsgirêka Kurd e. Çareseriya vê pirsgirêkê, bi rêgeza hemwelatiya wekhev û bi naskirina mafên sereke û azadiya hemû welatiyan pêkan e. Bidawîbûna pêvajoya tundiyê ku bi deh hezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û serkeftina pêvajoya ji bo aştiyê hatiye destpêkirin, daxwaza me ya herî mezin e. Rêya herî rewa ya çareserkirina pirsgirêkên li welat, siyaseta demokratîk e ku li gorî rêgeza serweriya hiqûqê tê cîbicîkirin.”
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA HEVPAR
DÎB’ê jî di peyama xwe de got: “Rejîma otorîter civakê bêbêhn dihêle. Di rewşeke wiha de pêdiviya herî lezgîn aştî ye. Di van şertan de parastin û daxwazakirina aştî, demokrasî û edaleta civakî ne tenê tercîheke siyasî ye, her wiha berpirsyartiyeke dîrokî ye. Înîsiyatîfên li ser vê zemîna berpiryartiyê hatine gel hev jî hêvî û hêzê dide me. Hêvîdarin ku ev hevdîtin bibe wesîleya avakirina pirên di navbera derdorên civakî yên cuda de û mezinkirina têkoşîna aştî û demokrasiyê.”
ÎMAMOGLÛ: MESELEYA HERÎ GIRÎNG MESELEYA KURD E
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî ev peyam şand: “Meseleya herî girîng a ku divê em çareser bikin, meseleya Kurd e. Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror ku ji Cotmeha 2024’an dest pê kir û bi biryara xwefesixkirinê ya rêxistinê domiya, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Aştiya li Tirkiyeyê tenê bi bêdengkirina çekan, bi siyaseteke demokratîk a bihêz, bi axaftina hemû derdorên civakî, bi vegotina daxwazan pêkan e. Xurtkirina demokrasiyê, ji bo pêşveçûna pêvajoyeke bitendurist şert e. Divê demek beriya demekî sererastkirinên îdarî û hiqûqî bên kirin û tavilê terka sepanên dij-demokratîk were kirin. Di demeke ku beşekê civakê li derve tê hiştin, li cihekî zext li ser muxalefetê kirin de mimkin nîne ku aştiyeke mayinde çêbibe û qala hizûra civakî were kirin.”
DAVUTOGLÛ 10 XAL PÊŞKEŞ KIR
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû jî di peyama xwe de ji bo çareseriyê 10 xal pêşkeş kir. Xalên hatine pêşniyarkirin ev in:
"1. Zîhniyeteke Nû: Divê derbasî feraseteke ji yektîpkirinê, cihêkar û ewlehîperest dûr û feraseteke piranîparêz bibin. Dema em dikevin sedsala duyemîn a komarê, divê veguherîneke zêhnî ya ku dê travmayên berê ji holê radike were kirin.
2. Nêzikatiyeke hevpar û xwecihî: Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji modelên derve û navendên derve zêdetir, hewceye xwe bispêre dînamîkên dîrokî û civakî yên Tirkiyeyê û xwecihî û jidil bin.
3. Destûra bingehîn a sivîl, azadîparêz û berfireh: Li şûna destûra bingehîn a 12’ê Îlonê ku niha di meriyetê de ye, divê destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk ku xwe dispêre mafên mirovan û azadiyan û hemû derdorên civakî digire nav xwe, were çêkirin.
4. Azadiya fikr û xwedîfadekirinê: Divê rewşeke ku her kes bikare awayekî azad fikrên xwe parve bike û xweîfade bike, rewşeke derfetê dide diyaloga vekirî û zemîna empatiyê vedike were avakirin. Ev, ji bo çareseriyeke mayinde pêwîst e.
5. Hemwelatiya xwe na dispêre îmtiyaz û cihêkariyê: Nasnameya wan a etnîkî, bawerî û fikra siyasî çi dibe bila bibe, divê hemû hemwelatî xwedî heman mafan bin.
6. Muxatabiyeke dorfireh: Çareseriya meseleya Kurd divê ne tenê rojeva qismekê civakê be, divê rojeva hevpar a hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl be. Li şûna bêbaweriya li dijî hev, divê bawerî esas bê girtin.
7. Bikaranîna zimanê dayikê ya di perwerde û jiyana civakî de: Hînkirina zimanê dayikê û bikaranîna wê mafekî însanî yê sereke ye. Ji bo Kurdî jî tevî Tirkî di qada perwerdeyê û di hemû qadên cemaweriyê de were bikaranîn, divê hemû astengî bên rakirin.
8. Rêveberiyên herêmî yên demokratîk: Li şûna mekanîzmaya wesayetên navendî, divê pergaleke rêveberiya herêmî ya xwe dispêre rewatiyeke demokratîk û rêvebirineke xwecihî were avakirin. Divê kesên hatine hilbijartin bêyî biryara darazê ji peywirê neyên girtin û sepana qeyûman bê rakirin.
9. Têkiliyên bitendurist ên Kurdên li derveyî sînor: Divê Tirkiye Kurdên li welatên cîran weke gefê nebîne, divê weke hevparên aştî û îstîqrara herêmê bibînin û vîzyoneke berfireh pê re pêş bixe.
10. Stratejiya başkirina sosyo-aborî: Bi taybet jî ji bo hêviya jin û ciwanan ên têkildarî herêmê zindî bibin, dive stratejiyeke çandinî, sewalkarî, perwerde û teknolojiyê pêş dixe were cîbicîkirin.”